Mertalên zindî: Erê ji aşitî, erê ji diyalogê, na ji dagirkeriyê re

Çalakiya mertalên zindî li kantona Girê Spî bi amadebûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dike.

Îro bi sedan şêniyên herêma Firatê, Tebqa, Reqa, Minbic û Hesekê berê xwe dane konê mertalên zindî ya taxa El-Minbitih a bajarê Girê Spî. Gel gefên dagirkeriya Tirk red kirin.

Di kon de, dirûşmeyên teqeziya li ser berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk hatin berizandin. Her wiha pankartinên “Şoreşa me ya mirovahî metoda me ya demokratîk e, erê ji aşitî, erê ji diyalogê, na ji dagirkeriyê re, li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin û bi yekbûn û hevgirtina me em ê biserkev in” hatin rakirin.

Di çalakiya mertalên zindî de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo, Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Cela  Hemzawî, Serokê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Serokê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Komîteya Ewqafên Olî Ismaîl Îdan û ji fermandarên Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan, Marik Aohiyat axivin.

Di axaftinan de, hate teqezkirin ku gefên Tirkiyê demokratîk û gelê azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, her wiha gefên Tirkiyê dihêle ku temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe û bi awayekî eşkere destekê dide DAIŞ`ê da ku careke di xwe jinûve ava bike.

çalakiya mertalên zindî dewam dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din