Merheleya yekemîn a projeya tora avê ya Kobanê bi dawî dibe

Du hefte mane ku Gerînendetiya Avê ya Kobanê merheleya yekemîn a projeya sererastkirina torên avê ji Taxa Nû ya Kobanê y re bi dirêjahiya 16 hezar metre bi dawî bike.

Gerînendetiya Avê xebata projeya sererastkirina torên avê ji Taxa Nû ya Kobanê bi dirêjahiya 16 hezar metre berdewam dike û di merheleya yekemîn de ku 8 hezar metre ye, bi dawî dibe.

Di merheleya yekemîn de, gerînendetiyê kanalîzasyonên veguhastina avê ji rêya gundê Mînas a rojavayê bajarê Kobanê ber bi rêya Helebê ya başûrê bajêr ve kolandin.

Hedefa gerînendetiyê ji vê projeyê, dabînkirina ava vexwarinê ji şêniyên li Taxa Nû re ye ku piştî 2016’an hatiye avakirin û tê de bi dehan malbat hene.

Hevseroka Gerînendetiya Avê Xelîse Abdulqadir piştrast kir ku xebata li ser projeyê heta bidawîkirinê berdewam e.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/06/02/112122_100933_kobani-saradare-e280ab28129e280ac.jpg

Gerînendetiya Avê plan dike ku avê bi rêya boriyên ku di merheleya yekemîn de danîne, yekser bide, ew jî bi hedefa tecrubeyê û testkirina serkeftina projeyê ye, heke bi wê re tu pirsgirêk derneketin dê dest bi merheleya duyemîn bikin.

Li gel wê jî gerînendetiyê projeyeke din a sererastkirina torên avê bi dirêjahiya hezar û 500 metre li taxa Botan bi dawî kir, lê belê hê av di boriyan re bernedaye.

Xebata projeya sererastkirina torên avê di nîvê Sibata îsal de dest pê kir. Gerînendetiyê di destpêkê de 14 hezar metre xistine plana xwe, lê belê vê dawiyê 2 hezar metre lê zêde kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din