Merat El-Nûman, şerê rêya navneteweyî

Hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê hewl dide ber bi Merat El-Nûman ve pêşkeve. Rejîm di çend saetên derbasbûyî de nêzî bajarê stratejîk bû. Gelo girîngiya Merat El-Nûman çi ye?

Hêzên rejîma Sûriyê pêşketinên xwe li dora bajarê Merat El-Nûman li ser hesabê çeteyên girêdayî dewleta Tirk didomîne.  Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê rejîma Sûriyê tenê bi çend sedmetereyan ji Merat El-Nûman dûr e. Rêya navneteweyî Heleb-Şam û rêyên îmdadê li ser çeteyan qut kir.

Bajarê Merat El-Nûman (El-Mere) li başûrê bajarê Idlibê ye. Bi 84 km ji bajarê Helebê û bi 60 km ji bajarê Hemayê dûr e.

Ev bajar ji girîngtirîn cihê kombûna komên çeteyan li ser girîngtirîn rêya stratejîk ku Heleb bi Şamê ve (M5) girê dide ye. Ji ber wê gelek girîng e.

Rêya navneteweyî M5 ya ku Rejîm û Rûsya hewl didin carek din kontrol bikin, xwedî girîngiyek stratejîk e. Ne tenê ji Sûriyê re, ji dewletên cîranê Sûriyê re. Ev jî sedema hemleya leşkerî ya rejîma Sûriyê ya dijwar şîrove dike.

Ev rê girîngiya xwe ya stratejîk, leşkerî û aborî li Rojhilata Navîn ji ku bakurê Sûriyê bi başûrê wê ve girê dide, digire. Komên çeteyan berê derdora 100 km ji rê kontrol dikirin. Ji nuqteya El-Raşîdîn li rojavayê Helebê bigire heya bigihêje bajarê Xan Şêxon li başûrê Idlibê. Beriya ku rejîmê êriş bike û herêmên digihêjin wir kontrol bike.

Rêya M5 dabeşî sê beşan dibe. Ya yekemîn ji bajarê Şamê ber bi bajarê Helebê ve. Rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi rêya lihevkirinên gundewarên Şam û Himsê heya bigihêje bakurê gundewarê Hemayê û başûrê gundewarê Idlibê karîn beşên mezin jê kontrol bike.

Beşa din jî dikeve bin kontrola çeteyên Tirkiyê ji bajarokên El-Tih û Kefer Senca heya bigihêje bajarê Merat El-Nûman. Rêya navneteweyî di vî beşî re derbas dibe, heya bigihêje bajarê Seraqib li bakurê gundewarê Idlibê.

Beşa sêyemîn jî bi navê rêya Heleb-Gazî Antebê tê naskirin. Rejîma Sûriyê û Rûsya rêya ku di bajarê Helebê re derbas dibe kontrol dikin. Di dema ku komên çekdar rêya ku di bajarokên bakurê Helebê re derbas dibe kontrol dike, ji Hirêtan û Anadan heya bigihêje Biyanûn bi dirêjahiya 12 km.

(şx)

ANHA


Mijarên Din