Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê îro merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem ê şervanê  HPG’ê li ber mala malbata wî ya li taxa Hilêliyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, endamên rêxistinên leşkerî û sivîl beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Xelîl Nesan (Kawa Ristem) bûn ku di 30’ê Gulana borî de li herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê di şerê li hember artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Kawa, şehîdên azadiyê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPJ, YPC û QSDê hatin xemilandin .

Hevserokê PYDê Enwer Muslim di merasîmê de axivî û sersaxî da malbata şehîd Kawa. Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk di sûcên kuştin, wêrankirin û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê azadîxwaz de berdewam e û komkujiyên Dêrsim û Paloyê yên li Bakurê Kurdistanê û rewşên kuştinê yên ku artêşa Tirk pêk tin, bi bîr xistin.

Enwer Muslim bal kişand ser ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya komên tundraw û destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lîbyayê,  Mîsaqî Millî û  Împaratoriya Osmanî vejîne û got gel êdî li beramber planên dewleta Tirk a dagirker zana bûye. Muslim bang li gelê Tirk jî kir ku li dijî siyaset û destwerdana partiya AKPê ji dewletên din re bisekine û got: "Divê gelê Tirk li dijî hikumeta AKPê li ser xwînrijandina gelan, dengê xwe bilind bike.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê jî endamê rêveber Mihyedîn Hesen Elî piştrast kir ku divê parastina destkeftiyên bi keda şehîdan pêk hatine, bê kirin û îşaret bi yekitiyê û hevgirtina pêkhateyan kir ku bersiva bêhempa li hember êrişên Tirkiyê ye.

Her wiha apê şehîd, Husên Neisan bi navê malbata şehîd Kawa axivî û soza şopandina rêça şehîdan heta azadiya tevahî gelan da.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehadetê xwend û redestî malbata şehîd kir.

ANHA


Mijarên Din