Mele Umer: Divê em şaş nebin û çekê ber bi birayên xwe ve nekişînin

Necemedîn Mele Umer diyar kir ku divê tu şaştî çênebin û hedefên dijmin pêk neyên û berê çekê ber bi birayên xwe ve nekişînin. Divê berxwedan û şehadet ji bo azadî, metoda gelê Kurd û pêkanîna hêviyên azadiyê be.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), sewqiyetên leşkerî û çek li seranserî sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi cih kirin. Her wiha senger li seranserî sînor ji derdora Pêşxabûr a li hember dergeha Sêmalka de ava kirin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirekr êrişên xwe li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê bi taybet li herêma Heftanînê zêde kirin.

Reftarên PDK’ê yên li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê hêrsa gel û partiyên siyasî rakir. Bi taybetî di demekê de hat ku partî, rêxistin û blokên siyasî yên li Rojava hewldana ber bi yekitiya Kurd ve dikin.

Serketerê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necemedîn Mele Umer da zanîn ku ji bo parastina metoda gelê Kurdistanê ji partiyên siyasî, hêzên leşkerî û civaka Kurd tê xwestin ku xebatê di yek rêveçûnê de bikin û astengiyên ku dibin sedema jevketina gelê Kurd rakin.

Mele Umer wiha domand: "Dema dijminê gelê Kurd bi navê Kurd dibihîse yekser plana êrişkirina li ser gelê Kurdistanê dike.”

ŞERKIRINA KURDÎ-KURDÎ WÊRANKIRIN E

Der barê anîna sewqiyetên leşkerî û çekan a PDK’ê ya li seranserî sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re, Necemedîn Mele Umer wiha axivî: "Li çar parçeyên Kurdistanê hêzên berxwedêr ji bo azadiya Kurdistan û parastina gelê Kurd şehîd bûn. ji lew re ji bo bicihanîna bangên şehîdan di parastina destkeftiyên gelê Kurd de divê pêşmerge û hêzên Kurdî yên dîtir çekên xwe ber bi dijmin ve bikişîn ne li hember hev."

Mele Umer di berdewama gotina xwe de wiha got: "Divê em şaş nebin û hedefên dijmin pêk neynin, divê em berxwedan û şehadeta ji bo azadî û metoda gelê Kurd û pêkanîna hêviyên wê yên azadiyê pêk bînin. Şerkirina kurdî-kurdî dê bi xwe re wêrankirinê bîne. Divê em hevgirtî bin, ji ber dijminê me kêra tûj e, di her kêliyekê de dê li me bide.

Necmedîn Mele Umer diyar kir ku dewleta Tirk berjewendiya PDK’ê YNK’ê û tu partiyeke din û heta berjewendiyên civaka Kurd naxwaze, lê belê hedefa wê pêkanîna armancên xwe ye û wiha pê de çû: "Ji lew re hin partiyên siyasî yên Kurd ji bo fîtne û gendeliyê bi kar tîne."

 Mele Umer li dawiyê got divê hêzên Kurd helwest û refên xwe bike yek, da ku planên artêşa Tirk a dagirker têk bibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din