Mele Omer: Li dijî bindestî û desthilatan yekrêz bin

Siyasetmedarê Kurd Necim El-Dîn Mele Omer desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji hêla desthilata Tirkiyê ve û dûrxistina şaredaran ji erkdariyê, şermezar kir.

Desthilata Tirkiyê îro piştî polîsên Tirkiyê şaredarî dorpêç kirin, hevserokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji peywirê dûr xistin.

Sekreterê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necim El-Dîn Mele Omer got ev ne cara yekemîn e ku ev kiryar tê kirin û wiha anî ziman: "Ev kiryar îsbata dagirkeriya hikumeta Erdogan ji gavên azadî û dadmendiyê re ye."

Mele Omer ji ajansa me re wiha got: "Di Rojhilata Navîn de Tirkiye bi êrîşkariya ji azadî û mafên sivîlan, hemû hewldanên parastina mafan, dadmendiyê û wekheviyê, di lûtkeyê de ye."

Mele Omer bi bîr xist ku kiryarên desthilata Tirkiyê yên desteserkirina şaredariyan, tenê nîşana êrîşkariya azadî û dadmendiyê ne û wiha pê de çû: "Kiryarên wiha metirsiyê li ser civaka Tirkiyê çêdikin û bi xwe re talûkeyê ji gel re tînin."

Mele Omer tekez kir ku şaredariyên desthilata Tirkiyê hewldana desteserkirina wan dikin, ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, tu hewldanên wan ên derbeyan tune ne, berovajî vê yekê ji bo pêkanîna dadê û banga biratiyê dixebitin, di heman demê de jî xizmeta hemû gelan dikin.

Mele Omer wiha axivî: “Di vê pêvajoya hesas û girîng de, divê hemû berpirsên dewletan, berpirsê partiyekê be yan jî  berpirsê dewletekê be, ji erka wan e ku guhartinekê çêkin û biryaran bidin an jî rêyeke din hilbijêrin. Bila baş bizanibin çi dikin, divê ji gelê xwe re palpişt be, ne bargiranî be, nîşana vê jî wezîrên dewleta Tirk in ku gelek şaredariyên Tirkiyê desteser kirin.”

Di dawiyê de siyasetmedarê Kurd Necem El-Dîn Mele Omer kiryarên desthilata Tirkiyê yên li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên bi dengdayîna gel hatine hilbijartin, şermezar kirin û bang li gelê bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir ku li dijî desthilat û bindestiyê yekrêz bin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din