Mele Îbrahîm: Bi fikrên Ocalan dê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin

Endamê Meclisa Rêveber a PYD`ê li bajarê Hesekê got: “Pêşkêşkirina projeya netewa demokratîk li Rojhilata Navîn ku xwe disperse firkên Rêber Ocalan, dê hemû astengiyên li pêş civaka Rojhilata Navîn çareser bike. Serkeftinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, encama berxwedana gelan û baweriya wan bi projeya netewa demokratîk e.”

Hemwextî şewba Koronayê ku cîhan tê re derbas dibe û bangewaziyên ji bo rawestandina şer û xurtkirina xebatên têkoşîna li dijî Koronavîrusê, dewleta Tirk a dagirker hîna siyasetên xwe yên faşîst û çewisandinê li dijî gelên Rojhilata Navîn û di serî de gelê Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê dewam dike.

Tevî peymanên di navbera Tirkiyê û Rûsya ji aliyekî ve û Amerîka ji aliyekî din ve jî, lê belê dewleta Tirk a dagirker hîna êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Çavdêr dibînin ku armanca van êrişan, têkbirina aramî û îstiqrarê û parçekirina gelên herêmê ye.

Piştî ku Koronavîrus belav bû nexasim li girtîgehan, Tirkiyê bû navenda vîrusê. Dewleta Tirk a dagirker li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan tu agahiyan parve nake. Her wiha rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinê pê re bikin û rewşa wî ya tenduristî zanbin.

Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Şems El-Dîn Mele Îbrahîm ji ANHA`yê re, wiha got: "Di sala 1998`an de  ji ber gefên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Ocalan neçar man ji Sûriyê derkeve û berê xwe bide dewletên Ewropayê da ku çareyekê ji doza Kurdî re bi taybet û dozên Rojhilata Navîn bi giştî re, bibîne."

Mele Îbrahîm wiha berdewam kir: "Girtina Rêbertiyê bi komployeke îstixbaratên dewetên hegemon wekî îstixbaratên Îsraîl, "MÎT" a Tirkiyê û îstixbaratên NATO`yê pêk hat. Ji ber ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan li dijî sîstemên desthilatdar e."

Ji 2015`an ve hikumeta Tirkiyê tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtina parêzer û malbatê qedexe kiriye. Tenê hin caran destûra hevdîtinê daye. Lê belê hîna Tikiyê bi gelek behaneyan daxwaznameyên ji bo hevdîtina bi Ocalan re red dike û tecrîdê dewam dike.

Mele Îbrahîm îşaret pê kir ku firk û projeya netewa demokratîk a ku Ocalan di parêznameyên xwe de pêşkêş kiriye, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Li ser wê esasê girêdana gelên herêmê bi hev re xurt e. Mele Îbrahîm wiha berdewam kir: "Lê belê Tirkiyê li dijî biratiya gelan e, lewra herêmê û projeya demokratîk hedef digire."

Her wiha behsa serkeftina projeya netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn kir û wiha got: "Bi saya projeya netewa demokratîk, hemû aloziyên li Rojhilata Navîn hatin çareserkirin. Heke ev proje li Rojhilata Navîn bê pêkanîn, dê astengiyên li pêşiya civaka Rojhilata Navîn bi dawî bike. Lewra dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tecrîdê li ser Ocalan dewam bike."

Mele Îbrahîm bi bîr xist ku berjewendiyên hêzên mezin bi Tirkiyê re hene, lewra sûcên Tirkiyê paşguh dike û got: "Tirkiyê bêdengiya hêzên navnetewî bi kar tîne û dixwaze ji nû ve desthilata Osmanî li gorî Mîsaqî Milî ya 1923`an, vegerîne."

Endamê Rêveberiya PYD`ê li bajarê Hesekê Şems El-Dîn Mele Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de behsa serkeftinên li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê kir û got: "Serkeftinên ku pêk hatine, bi saya berxwedan û hevgirtina gelên herêmê û baweriya wan bi projeya netewa demokratîk e."

(cx)

ANHA


Mijarên Din