Medvedev: Hêzên rojavayî dîn bûne

Cîgirê serokê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev piştî agahiyên ku hêzên rojavayî dê çekên nukleer bidin Kîevê, got Ewropa “dîn bûye”.

Cîgirê serokê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev got Ewropa êdî “dîn bûye” û hewl dide rewşê gur bike. Medvedev got dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dê çekên nukleerê bidin Ukraynayê.

Li gorî tora Russia Today, Medvedev di dema serdana xwe ya li Vîetnamê de di civîneke çapemeniyê de got dibe ku YE û DYA ne tenê balafirên F-16 bidin Ukranynayê, lê dê çekên nukleerê jî bidin.

Medvedev diyar kir ku ger ew yek pêk hat, divê Rûsya derbeyekê lê bide.

(fr)


Mijarên Din

Li Îranê toz û tolaz

Esed li Çînê ye