Meclîsa Nûnerên Lîbya: Erdogan dixwaze bi êrîşê terorê belav bike

Meclîsa Nûnerên Lîbya êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Sûriyê bi tundî şermezar kir û got: “Êrşên dewleta Tirk ji ber daxwaza Erdogan û tevgera wî ya belavkirina terror û tundiyê li herêmê, ye.”

Meclîsa Nûnerên Lîbya di daxuyaniyê de ev tişt got: “Meclîsa Nûnerên Lîbya vê êrîşa dijberiyê şermezar dike û daxwaz ji Meclîsa Neteweyên Yekbûyî dike ku demildest destwerdanê bike û di zûtirên dem de tev bigere û gelê Kurd ji vê êrîşa faşîst biparêze. Ev êrîş ji ber daxwaza Erdogan û tevgera wî ya ji bo belavkirina teror û tundiyê li herêmê ye û destekdayîna wî ya terorê ya bi pere û çekan li Lîbya li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbya de tên pêkanîn. Bi vê yekê jî biryara Meclîsa Ewlehiya Navnetewî ya derbarê Lîbya jî binpê kir.``

Meclîsa Mûnerên Lîbya, her wiha daxwaz ji Kombenda Dewletên Ereb kir ku demildest li hemberî vê êrîşa dejber li ser Sûriyê, helwest bigrin. Bi taybet jî di civîna awerte ya wezîrên derve yên Ereb ku di 12`yê vê mehê de were lidarxistin de, helwest bigrin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din