Meclîsa Herêma Efrînê mazotê li şêniyan belav dike

Meclisa Herêma Efrînê bi hevkariya Komîteya Sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir. Ji ber kêmbûna miqdarê mazotê li gorî sala borî, dê her malbatek 200 lîtrî bistînin.

Meclîsa Herêma Efrînê bi alîkariya komîteya Sotemeniyê ya Kantona Şehba , di dîroka 1`ê Mijdarê de dest bi belavkirina mazotê li şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehba û navçeya Şêrewa kir.

Li ser kantona Şehbayê ambargoyeke giran hatiye ferz kirin, topbarana dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê ji aliyekî ve û baçeyên giran ên bendên kontrolê yên rejîma Sûriyê li ser madeyan ferz dike ji aliyekî din ve. Di encama vê ambargoya giran a li ser kantonê de nirxên hemû madeyan bi taybet madeyên  sotemeniyê.

Di van şert û mercan de sotemenî zehmet tê peydakirin, lê tevî wê Meclîsa Herêma Efrînê madeya mazotê li şêniyên navçeya Şêrewa û hin navçeyên Şehba belav dike. Xebatên belavkirina sûtemeniyê berdewam dike heta tevahiya şêniyan, koçberan û niştecihên kamp û malan werdigrin, di serî de koçber werdigrin.

Ji Rêvebirên Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Naaso got`` sala borî ji ber şerên li herêma Şehba rû didan me zehmetî di peydakirin û belavkirina mazotê de dît, lê îsal me zû dest bi belavkirinê kir, me wek rêveberiya Herêma Efrînê xwest alîkariya gelê xwe yê koçber bûne bikin, tevî ku madeya sotemeniyê kêm e.``

Naaso destnîşan kir ku`` di derstpêkê de 200 litre li her malekê tê belavkirin, di demên pêş de û miqdarên mezotê werin peykakirin em ê careke din li şêniyan belav bikin, belavkirina mazotê bê pare ye.``

Naaso da xuyakirin ku li gor serjimariya sala borî 60 hezar bermîlên mazotê li herdu kantonan hate belavkirin, her malbatekê 200 litre wergirt, lê îsal heta niha tenê 20 hezar bermîl hatiye peyda kirin.

Naaso bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo koçberên Efrînê rêyan derbaskirina alîkariyan hesan bikin.

Welatiya bi navê Senai Berekat a ji bajarê Efrînê pasiya meclîsa kantonê kir ku bi derfetên kêm û zehmetiyan alîkariya wan dikin û mazotê ji wan re peyda dikin.

(rr)

ANHA 


Mijarên Din