Meclisên Qanûnsaz a Reqayê ji nû ve hate sazkirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Meclisa Sivîl a Reqayê sêyemîn civîna xwe ya giştî li dar xist û encamên ji nû ve sazkirina Meclisa Qanûnsaz eşkere kir.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi tevlibûna hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamêd El-Mihbaş, endamê Desteya hevserokatiye Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên meclisên qanûnsaz û rêveber tevî kesyatên siyasî, şêx û rûspiyên êlan li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin. Axaftvanan şêniyên Reqayê bi ji nû ve avakirina sazumaniya Meclisa Qanûnsaz û endamên ku hatine hilbijartin pîroz kirin. Her wiha rewşa dawî ya siyasî û leşkerî li herêmê, gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeyro got: "Em bi kesayetên ku ji şêniyên Reqayê bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin û cihê xwe di Meclisa Sivîl a Reqayê de girtine bawer in."

Piştî wê rêziknameyên meclisên qanûnsaz û rêveber ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji hêla hevseroka komîteya amadekar Lîna El-Casim ve hate xwendin.

Di dawiyê civînê de hevserokên meclisa qanûnsaz yên nû ku îro hatin hilbijartin Rîhab El-Nafii û Xalid Berkel sond xwarin.

Dê sazumaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk di demek nêz de ji nû ve were avakirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din