Meclisên Qamişlo û Tirbespiyê: Rewşa Zînî Wertê bandoreke neyînî li yekitiyê dike

Meclisên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê ragihand ku kombûna hêzên PDK`ê li Zînî Wertê xizmeta gelê Kurd nake û bandoreke neyînî li ser pêkhatina yekitiya neteweyî dike.

Têkildarê bûyerên ku li Zînî Wertê rû dane, meclisa bajarê Qamişlo û meclisa navçeya Tirbespiyê daxuyanî dan.

QAMIŞLO

Meclisa Qamişloyê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên meclisa Qamişlo, Şaredariya Gel a Qamişlo û Kongreya Star amade bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Qamişlo Hozan Mejdo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Herêmên Zînî Wertê yên ku xala hevdîtina hazirbûna her sê hêzên kurdistanî yên PDK, YNK û PKK`ê ye, di nîvê meha Nîsanê de kombûyînek ji aliyê hêzên PDK`ê ve lê hat çêkirin, ev kombûn rewşeke ber bi xerabkirin û zêdekirina nakokiyan di navbera hêzên kurdî de dide çêkirin.

Di vê rewşa hestiyar de kombûna hêzên PDK`ê  xetereya şerekî di nava Kurdan de dide avakirin û dibe sedema serkeftina planên dewleta Tirk, her wiha ev kombûn xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake û dibe sedema neavakirina yekrêziya neteweyî kurdî.

Di vê qonaxa girîng de divê partiyên kurdî derfetê nedin hêzên ku li dijî Kurdan kar dikin, hêza yekemîn ji wan hêzan hêza dewleta Tirk e.

Zînî Wertê stasyoneke ji ezmûnên resen e ku dirêjahiya miqatebûna bi yekrêziya kurdî dide diyarkirin û dirêjahiya bergirî û zanebûna gelê Kurd beramberî hewldanên Tirkiyê û ji xeynî Tirkiyê hêzên ku Kurdan hedef digirin, diyar dike.

Bêguman pêşketina bûyerên li Zînî Wertê rewşeke neyînî dide pêş û wê bandoreke neyînî li rewşa Kurdistanê bike. Her wiha dê bandoreke neyînî li ser yekrêziya neteweyî ya kurdî bike, bi taybet bûyerên ku ji bo avakirina yekrêziya kurdî li rojavayê Kurdistanê tê meşandin.

Em bang li gelê xwe yê li Başûr û seranserî Kurdistanê dikin ku helwesta xwe der barê rewşa Zînî Wertê de zelal bikin, ji bo rêgirtina li pêşiya nakokiyan, em daxwaza tevgerê ji aliyê hemû hêzên kurdistanî ve dikin ku xizmeta Kurd û doza wan di vê qonaxa girîng û hestiyar de dikin.

Em bang li hêzên kurdistanî dikin ku di rêya gengeşeyan van nakokiyan çareser bikin û biryarek ku xizmeta berjewendiyên Kurdan dike, bidin da ku rê li pêşiya şerekî birakujiyê bigirin.”  

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê meclisa navçeyê bi daxuyaniyekê û bi beşdariya bi dehan endamên meclisê bang li partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi rêya diyalogan pirsgirêkên heyî çareser bikin. Daxuyanî ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisê Nalîn Temo ve hate xwendin.

Nalîn Temo diyar kir ku dewleta Tirk hewldana derxistina şerê navxweyî yê di navbera Kurdan de dike, îsbata vê yekê jî bûyera li herêma Zînî Wertê ye ku qet xizmeta doza kurdî nake.

Nalîn Temo bal kişand ser bûyera li herêma Zînî Wertê û got: "Ev rûdan xizmeta gelê Kurd nake, berovajî vê yekê xerabkirina yekitiya neteweyî ya kurdî dike armanc, ji ber vê yekê pêdiviya vê demê bi diyalogan heye û ji wê zêdetir nakokiyan rakin û derfetên nedin hêzên êrişkar ku destwerdanê bikin û xwestekên xwe bi dest bixin, nexasim dewleta Tirk."

Meclisa bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê bang li hemû hêzên kurdistanî û gelên li başûrê Kurdistanê kir ku li dijî tevliheviyên heyî xwedan bertek bin, rê li pêşiya destwerdanên heyî bigirin.

ANHA


Mijarên Din