Meclisên jinan nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê da

Meclisên Jinan ên Dêrazorê bi daxuyaniyekî neraîzbûn nîşanî gefxwarinên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê nîşan dan.

Bi dehan endamên Meclisa Jinên Ciwan û meclisên jinan ê gundewarê rojavayê Dêrazorê ji bo balê bikşînin ser gefxwarinên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Hisan li hev kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinên Ciwan Leyla Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiyeya faşîst piştî sala 2018‘an anku piştî têkçûnê wekîlên wê, DAIŞ‘ê bi destê îradeya gelan, maskê xwe yê dijbertiya mirovahiyê eşkere kir. Êdî bi xwe li dijî projeya demokratîk a gelê herêmê komplo dane destpêkirin û şer ragihand, piştî Efrîn dagir kir niha gefên domdar li ser destkeftiyên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, hewl dide bi van gefan serkeftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî Meclisa Jinên Ciwan a Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk em ê serî hild in. Em ê li hemberî hewldanên wan ên şikandina îradeya gelan bê deng nemînin, em ê berisva tundin  bidin kesên dixwazin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin."

ANHA 


Mijarên Din