Meclisa Yekbûyî ya Parlementerên Lîbyayê îro li Xedamis dicive

Îro li bajarê Xedamis ê Lîbyayê civîna Meclisa Yekbûyî ya Parlamanterên Lîbyayê bi beşdarbûna zêdetirî 150 endaman li dar dikeve.

Li navendan Gerînendetiya Ewlehiyê ya bajarê Xedamis ê Lîbyayê civîna Meclisa Parlamanteran a Lîbyayê li dar dikeve.  Ji bo lidarxistin civînê, bi biryara Wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaxa odeyeke ewlehiyê hatibû avakirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Hundirîn a hikumeta Wîfaqê diyar kir ku endamên odeyê û di serî de rêveberê Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Ewlehiyê, rêveberê Rêveberiya Giştî ya Piştgiriya Navendî û alîkarê karûbarên ewlehiyê li bajarê Xedamisê, li ser danîna planeke ewlehiyê ji bo ewlelkirina lidarxistina civîna parlamanteran nîqaş kirine. Hemû hêzên ewlehiyê yên têkildar ên bajarê Xedamisê jî beşdarî civîna odeyê bûn.

Ajanse me wêneyên têkildarî amadekariya endamên Meclisa Parlamanterên Lîbyayê ji bo beşdarbûna civînê ku ji balafirgeha Ibn Batota ya bajarê Tencayê berê xwe didan balafirgeha Xedamisê, bi dest xistin.

(cx)


Mijarên Din