Meclisa Tenduristiyê banga girtina tedbîran ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê kir

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bang li şêniyan kir ku der barê belavbûna Koronavîrusê de hişyar bin û tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li vîrusê bigirin.

Di demên dawîn de Koronavîrus (Covid-19) bi awayekî zêde belav bû. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê heta niha 417 kes bi vîrusê ketine ji wan 19 kes baş bûne.

Ji bo tu nexweşên din li herêmê dernekevin, Meclisa Tendurisiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku nexweşên Koronavîrusê li cîhanê zêde dibin, 140 nexweş di nava heftieyekê de li Sûriyê derketin, belavbûna vîrusê dihêle xetere zêdetir bibe, ji ber wê jî divê tedbîrên pêwîst werin girtin.

Meclisa Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku paşguhkirina tedbîrên pêwîst bi taybet li cihên kombûnan, sûk û dezgehên veguhastinê dihêle ku civak hemû rastî xetereya vîrusê were, bi taybet kalepîr û kesên nexweşiyên giran bi wan re hene.

Meclisê di daxuyaniya xwe de banga hevkariyê kir da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigirin, tedbîrên pêwîst li cihên kar, dikanên bazirganiyê, saziyên xizmetguzariyê, xwaringeh, dawet û taziyan bigirin.

Her wiha Meclisa Tenduristiyê bang li şêniyan kir ku dema nexweş bikevin, rêjeya germahiya laşê wan bilind bibe, kuxik bi wan re çêbe, li xwe baş binêrin, ji ber ku lênerîn belavbûna vîrusê kêm dike û başbûnê lezgîn dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din