Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo koçberan banga lezgîn a alîkariyê kir

Ji ber derfetên kêm, Meclisa Sivîl a Reqayê hemû pêwîstiyên koçberan pêk nayîne. Meclisa Sivîl bang li rêxistinên alîkariyê kir ku di zûtirîn dem de alîkariya wan bikin.

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes bi taybet ji Girê Spî û Serêkaniyê koçî herêmên ewle bûne.

Koçber di şert û mercên zehmet de, ji kêmderfetan dijîn û pêwîstiyan wan bi alîkariyan hene.

Bi destpêka êrişan re gelek rêxistinên mirovî xebatên xwe li herêmên rawestandin.

Li Reqayê jî ya ku gelek koçber lê hene, Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê tevlî derfetên kêm bi hevkariya hin rêxistinên herêmî yên xêrxwaziyê pêwîstiyên koçberan ji xwarin, vexwarin, nivîn û dermanan bi cih tîne, lê li beramberî hejmara zêde ya koçberan derfetên wê têrê nake ku hemû pêwîstiyên koçberan bi cih bîne.

Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê da zanîn ku zêdetirî 7 hezar koçberên ji Girê Spî û gund û bajarokên derdora wê koçberî Reqayê bûn û li dibistan û avahiyên giştî dimînin.

Endamê Rêveber ê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Mûsa El-Xenîm îşaret bi ked û xebata Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku zehmetiyan li ser koçberan kêm dike, lê hejmara koçberan zêde ya û derfetên kêm in.

El-Xenîm daxwaz ji civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariyê kir ku alîkariya koçberan bikin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, zêdetirî 170 hezar kes ji ber bombebarana balafirên dagirkeriya Tirkiyê bi zorê ji bajar û gundên xwe koçberî herêmên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.

ANHA


Mijarên Din