Meclisa Sivîl a Reqayê hişyariya rûdana kerastek mirovî da

Meclisa Sivîl a Reqayê di daxuyaniya xwe de îro hişyarî ji rûdana kerastek mirovî û alozbûna rewşa penaberên ku di encama êrişên dewleta Tirk de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne, da

Daxuyaniya Meclisa Sivîl a Reqayê îro ji hêla hevseroka meclisê Leyla Mistefa ve bi tevlibûna hevserokên komîteyên Meclisa Sivîl hate xwendin.

Di daxuyaniyê de meclisê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina binesaziya herêmê, cihên olî, pêkanîna komkujiyan der heqê sivîlan de û bikaranîna çekên qedexekirî şermezar kirin. Meclisê destnîşan kir ku di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê yên resen koçber bûn û li çolê bê stargeh û bê alîkariya rêxistinên mirovî dimînin.

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku herêma Reqayê, piştî  şerên rizgarkirinê bi rêjeya ji sedî 80 bajar wêran bûye. Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê û hedefgirtina kampa penaberan a Eyn Îsayê ya ku 13 hezar koçber tê de bû, li gel koçberbûna bi hezaran malbatan ji ber êrişan barên meclisê zêde bûne.

Meclisê di daxuyaniyê de hişyarî ji rûdana kerastek mirovî û alozbûna rewşa penaberan li gel rawestandina piraniya rêxistinên mirovî karê xwe piştî êrişên artêşa Tirk, da. Her wiha ji ber girtina rêyên bazirganiyê yên sereke ji hêla çeteyan ve  tevgera bazirganî asteng bûn.

Meclisê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe li hember koçberan bînin cih û desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin, zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku êrişên xwe rawestîne û ji tevahiya herêmên dagir kirine derkeve. Meclisê got, ji ber sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine were darizandin ji bo ku penaber vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din