Meclisa Sivîl a Reqayê alîkarî ji koçberan re şand

Meclisa Sivîl a Reqayê bi koordîneya Saziya Karûbarên Olî ya bajarê Reqayê, alîkarî ji koçberên Serêkaniyê û Girê Spî re yên li bajarê Hesekê dimîbin şandin.

Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Saziya Karûbarên Olî ya Reqayê, alîkarî ji şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî re yên koçberî bajarê Hesekê bûne şandin.

Alîkarî ji depoyên avê, betanî û xwarinê pêk tên.

Rêvebirê Karûbarên Olî ya Reqayê Elî El-Şiê got, çi ji destê wan were ew ê ji bo koçberan bikin û bang li civaka navdewletî kir ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk tev bigerin û vegera bi ewle ya koçberan jib o warên xwe, misoger bikin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din