Meclisa Sivîl a Reqa: Em amade ne berê xwe bidin herêmên bakur da ku sînor biparêzin

Meclisa Sivîl a Reqayê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo sînorekî ji gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin, bikevin nava tevgerê. Her wiha tekez kir ku meclis bi hemû saziyên xwe yê sivîl, leşkerî û bi şêniyên xwe amade ye berê xwe bide herêmên bakur da ku sînor biprêzin.

Meclisa Sivîl a Reqayê îro li Qada Şehîdan a bajarê Reqayê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn.

Bi dehan endamên komîte, saziyên meclisê, hejmareke ji şêniyan, şêx û rûspî tev li kombûnê bûn. Di kombûnê de daxuyaniyek ji aliyê meclisê ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi îşa gelê Sûriyê ji ber şer hat kirin û hate destnîşankirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê ji bo têkbirina xeteriya terorîstan li ser herêmê, gelek xebat kirin û li şûna tevahî cîhanê şerê terorîstan kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de behsa hewldanên Tirkiyê ku dixwaze bi rêya destekdayîna komên çete aloziya Sûriyê gûr bike.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got tevî hemû bûyeran jî li gefên dewleta Tirk a dagirker tevî nermbûna ku ji aliyê QSD`ê û nûnera wî ya siyasî MSD`ê ve ku derket, lê diyar e ku armanca yeke, ew jî ku çargoşeya yekemîn, DAIŞ`ê vegere û komên çekdar ên din bi armanca xurtkirina sedemên derbasbûn, dagirkirin û ferzkirina desthilata Osamî li ser gelê Sûriyê.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li alî û dewletên ku banga demokrasiyê dikin û destek didin pîvanên mafên mirovan û Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî ku biriyarên baş bigrin da xwîna gelê Sûriyê bes were rijandin. Her wiha bang li hikûmeta Sûriyê kir ku helwesteke diyar ku destekê bide serokatiya niştîmanî û parastina yekîtiya gel û xaka Sûriyê bi tevahî pêkhate û mezhebên wê bike, bide.

Meclisê piştrast kir ku ew bi hemû saziyên xwe yê sivîl, leşkerî û bi şêniyên xwe amade ne ku berê xwe bidin herêmên sînor da ku wan biparêzin.

Di dawiyê de meclisê baweriya xwe bi QSD`ê û sîwana wê ya siyasî MSD`ê diyar kir û got tu encamên çareseriya siyasî tune ye û divê giyalog, yekrziya gel û aliyên siyasî niştîmanî were kirin da ku ber bi Sûriyeke pir reng, nenavendî û demokrasî ve biçin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din