Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê hişyarî da

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heke dewleta Tirk gefên li dijî herêmên Sûriyê pêk bîne, dê qira mirovahiyê were, her wiha dê destekê bide aliyên herêmî ku berjewendiyên xwe bidin meşandin û li ser vî esasî bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî gefên dewleta Tirk rawestin.

Daxuyaniya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li pêşiya avahiya Meclisa Dêrazorê ku li herêma Kesra ya rojavayê bejahiyê ye, hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Samir Abdullah ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk bi berdewamî li dijî herêmên li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe, di heman demê de hêj mekanîzmaya ewlehiyê di meriyetê de ye û QSD bi vê pîvanê ve girêdayî ye.

Hewldanên Tirkiyê di pêkanîna derbeyên leşkerî de, ji tunekirina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Sivîl ne qut e, ev yek jî îsbat dike ku tekana projeya ku jê ditirsin, projeya Rêveberiya Xweser e ku di pratîkê de dikare dawiyê li bindestiya li Sûriyê bîne û ev jî ne li gorî yasayên navdewletî ye.

Gefên dewleta Tirk ji aliyên herêmî re derfet e, ji ber ku heke QSD ji herêman vekişe, dê berjewendiyên xwe bidin meşandin. Rûdanên li Dêrazorê diqewimin, nîşaneyên metirsiyê ne.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bal kişand ser girîngiya pêngavê û diyar kir ku di dîroka Sûriyê de, ev pêngaveke xeternak e, divê berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên gelê Sûriyê re werin dîtin. Her wiha em gefên Tirkiyê şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku beramberî gefên Tirkiyê bê deng nemîne.

Heke dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk bîne, dê bobelateke dermirovî pêk were, li ser vî esasî em bang li hemû welatiyên Sûriyê dikin ku bi erka xwe rabe. Ji Ereban bigere û heta bi Suryan, Asûr, Erman û Kurdan destekê bidin QSD`ê û yekrêz bin da ku parastina desteftiyên bi saya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din