Meclisa Rêveber der barê perwerde û çandiniyê de plan danî

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di civînekê de destekdayîna bi beşên perwerde û çandiniyê re erê kir.

Civîn li avahiya desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayî li dar ket. Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, hevserokên desteyên rêveberiyên xweser û hevserokên meclisên rêveber ên her heft rêveberiyan amade bûn.

Civîn bi xwendina raporên mehekê yên rêveberiyan dest pê kir. Her wiha pirsgirêk û kêmasiyên ku di kar de ketin hatin nirxandin û ji bo derbaskirinê pêşniyar hatin kirin.

Piştre mijarên xizmetguzarî wekî amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran re hate nîqaşnkirin. Di vê çarçoveyê de ji Desteya Aborî hate xwestin ku ambaran û xebatkarên pispor di vî warî de amade bikin.

Ji mijarên din ku di civînê de hatin nîqaşkirin de pirsgirêka sotemeniyê bû. Di dawiya nîqaşan de girîngiya aktîvkirina rola komîteyên sotemeniyê di hemû rêveberiyan de ji bo peydakirina sotemeniyê hate destnîşankirin.

Têkildarî warê perwerdeyê de, giraniya nîqaşan li ser girîngiya destekdayîn û pêşxistina prosesa perwerdeyê bû. Meclisa Rêveber biryara çapkirina 250 hezar kopi pirtûkên dibistanê û avakirina gerînendeyên tenduristiyê li dibistanan da.

ANHA


Mijarên Din