​​​​​​​Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane ya 2`yemîn bi dawî kir

Îro Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya 2`yemîn ku duh li dar xistibû bi diyarkirina plansaziya îsal a hemû qadên siyasî, xizmetguzarî, leşkerî û rêveberiyê bi dawî kir.

Meclisa Rêveber duh li avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê civîna xwe ya salane ya 2`yemîn li dar xistibû û tê de nîqaşa rewşa siyasî ya li herêmê kiribû, her wiha xebata her 7 rêveberiyên sivîl eşkere kir, nîqaşa vê xebatê hate kirin û zor û zehmetiyên ku di 2020`an de pê re rû bi rû ma hatin nirxandin, ji wê zêdetir jî pêşniyar hatin kirin.

Desteya Serokatiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiyên Rêveberiyên Xweser ên 7 Rêveberiyên Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên desteyan û nivîsgehên Rêveberiya Xweser û Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid gelek proje, pêşniyarên ku hatine kirin û palana xebatê ya 2021’an eşkere kirin.

Plansazî wiha ye:

Di qada siyasî de

-Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê li gorî daxuyaniyê Cinêvê û biryara NY`yê 2254  kar û xebatên siyasî werin berdewamkirin.

-Dê xebata jinûve nirxandina damezrandina desteyên ku nûnertiya gelê Sûriyê di civîna Cinêvê û destûra bingehîn a Sûriyê de bike, were kirin.

-Di çarçoveya çareseriya siyasî de ya ji aloziya Sûriyê re hewldana qezenckirina îtîrafeke siyasî ya bi Rêveberiya Xweser ve were kirin, piştgiriya ji diyalogên kurdî-kurdî re were kirin û di çarçoveya diyalogên sûrî-sûrî de be, da ku opozîsyoneke neteweyî ku dûrî ajanên derve be, derkeve holê.

Di qada ewlehiyê û leşkerî de

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina ewlehiyê û aramiyê were kirin.

-Parastina Yekitiya xaka Sûriyê were kirin.

-Herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine werin rizgarkirin.

-Pêşxistina rêgeza parastin, xweparastin û berxwedana li hember êrişên derve.

-Dê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin parastin.

-Piştgirî ji saziyên ewlekariyê re were berdewamkirin da ku şaneyên DAIŞ`ê têk bibin, aştî misoger bibe û diyardeya têkbirina çanda civakan betal bibe.

-Divê saziyên ewlehiyê pabendî qanûanan bin û hikmên dozgeriyê bi cih bînin.

Di qada rêxistinkirin û xebata rêveberiyê de

-Xebata rêveberiyê were bipêşxistin, li gorî peymana bingehîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinûve sazmûmaniya Rêveberiya Xweser were kirin, sazmûmaniyên hemû desteyan û nivîsgeh û rêveberiyan li gorî sîstema hûndirîn werin berdewamkirin.

-Dê nivîsgehên plansaziyan, geşkirin, serjimariya navendî û şaxî werin bipêşxistin û aktîfkirin.

-Di nava saziyên Rêveberiya Xweser de cîhazên çavdêriyê werin aktîfkirin û kesên pispor tê de bixebitin û li dijî hemû şêwazên gendeliyê tê bikoşin.

-Di saziyên Rêveberiya Xweser de kadroyên tenduristiyê werin amadekirin ev jî bi rêya vekirina perwerdeyên pîşesaziyê dê pêk were.

-Civîn ji gel re werin çêkirin, da ku azarên wan werin çareserkirin.

-Dê xebata rêxistinkirina qanûn, giştîname û biryarên rêveberiyê werin şopandin, da ku xebata li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan bibe.

-Xebata li ser şopandina dozan were kirin, da ku bîrokratî sivik bibe û bar li ser şêniyan kêm bibe.

-Dê xebata rêvebirina li dezgehên çapemeniyê were bipêşxistin, ji ber girîngiya wê di pêşxistina saziyan de heye.

-Kar û xebata nûnerên Rêveberiya Xweser ên li derve were pêşxistin û hewldana xurtkirina têkiliyên bi dewlet, rêxistinên civaka sivîl, akademî û partiyên siyasî re were kirin.

-Ji bo piştgiriya projeya erka xweparastinê kar û xebat were kirin û erka parastina bibe erka herî pêş a 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl.

-Di rêveberiyan de kadroyên jin werin avakirin û di qada siyasî û rêveberiyê de werin perwerdekirin.

-Bi rêya perwerde, avakirina kadro û peydakirina pêwîstiyan girîngiyê bidin qada ewlekariyê.

-Ji bo avakirina xweseriyekê û xwetêrkirinê planên geşkirinê werin danîn.

Di qada xizmetguzarî û binesaziyê de

-Divê girîngî ji bo projeyên xizmetguzariyê yên girêdayî binesaziyan bê dayîn, ji wan zifitkirina rêyan, sererastkirina piran û danîna torên avê, kanalîzasyon û torên kehrebê.

-Divê bi rêya sererastkriina nexweşxane, navendên tenduristiyê, dabînkirina pêdivî û amadekarî û avakirina nexweşxaneyên taybet ên nû, piştgirî bê dayîn û li hember pandemiya vîrusa Koronayê tedbîr bên girtin.

-Piştevaniya qada fêrkirin û perwerdeya bilind bê kirin û xebata sererastkirina dibistan, avakirina dibistanûnên nû, yekkirina meteryal û dabînkirina pirtûkên dibistanê, were şopandin.

-Plansaziyên rêxistinî li gorî hewcedariyan werin berfirehkirin û avakirina bêserûber were sînordarkirin.

-Herêmên pîşesazî û sînaî li gorî pêwîstiyan werin avakirin.

-Girîngiyê bidin avahiyên werşîzê û avahiyên nû werin çêkirin her wiha navendên geşkirina pîşeyên ciwanan ên li tevahiya herêman werin vekirin.

-Piştgiriya ji qadên çandê, tûrîzm û şûnwaran re were kirin, da ku parastina keleporê were kirin û berdewamkirina belgekirina sûcên ku li dijî şûnwaran tên kirin û van sûcan ji aliyên peywendîdar re werin şandin.

-Hejmara firinan were zêdekirin da ku pêwîstiyên welatiyan ên nan were çareserkirin.

-Parastina Jîngehê were kirin û ji bo derbaskirina pirsgirêkên qirêjiyê çareserî were dîtin.

-Rûberên darçandinê û deverên keskayîyê yên li herêmên zuha werin zêdekirin da ku rê li pêşiya çolistanê bigirin.

Di qada projeyên geşkirinê de

-Teşwîqkirin û dabînkirina hewayeke guncaw ji bo proje û îstîsmarên taybet hebe, da ku xwe bigihînin dabînkirina debarê. 

-Qadên hilberînê werin pêşxistin da ku derfetên kar ji welatiyan re çêbibe, pêwîstiyên welatiyan werin dabînkirin û bi nirxekî guncaw be .

-Qada çandiniyê were pêşxistin û pêwîstiyên cotkaran werin peydakirin, ji wan tov, dermên kêçan û parastina sewalkariyê.

-Projeyên aborî û xizmetguzariyê yên giştî û taybet bi jinan werin kirin.

Ji bo Malbatên Şehîdan, kampan û kar û barên mirovî

-Xebata goristanan were berdewamkiirin û girîngiyê bidin zarok û malbatên şehîdan.

-Girîngiyê bidin kar û barên kampan û rewşa koçberan baş bikin û bi hemû derfetên xwe ji bo vegera wan a li malên wan kar û xebat werin kirin.

-Girîngiyê bidin dosyên mirovî û wekî ku dosyek bi tenê ye were dîtin û piştgiriya nivîsgehê were kirin ku stratejiyê pêk bîne.

-Navendên xwedîkirina sêwiyan astengdaran werin avakirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din