Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê salvegera 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 7`an a şoreşa 19`ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê salvegera 7`an a şoreşa 19`ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê pîroz kir. daxuyanî wiha ye;

Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa civakî derbasî sala xwe ya 7`an dibe. Rêveberiyên Xweser ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî berhemên wê şoreşê ne û di prosesa avakirinê, berfirehkirina civakî, siyasî, rêveberî, leşkerî, çandî û aborî de pêş dikeve.

Ev şoreş mîna xilasiyê tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdsitanê û Bakurê Sûriyê bû û rê li pêşiya gihaştina nimuneya siyasî vekir. Ev nimuneya siyasî ji bo destpêkirina pêvajoyek nû di xeta aloziya Sûriyê de dikare bibe zemîn. Me bi rêya xwendinek dirurst ji bûyeran re, xeta sêyemîn pejirand a ku gelê me bi tevhaiya pêkhateyên xwe ve ji bahoza tundiyê û şewitandinê dûr xist. Rexmî hewldanên ku teror ber bi herêmên me ve şandin da ku projeya me ya şaristanî têk bibin. Lê bi saya kombûna gelê me bi pêkhateyên xwe ve ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Êzidî û pêkhateyên din li dora projeyê, rê li pêşiya hewldanên parçekirina Sûriyê hate girtin.

Di dirêjahiya 7 salan ji xebata domdar, şoreşa 19`ê Tîrmehê tevî dorpêçê gelek gav avêtin. Bi saya cesaret û lehengiya şervanên xwe ji cîhanê re bû hêviya tunekirina terora DAIŞ`ê. Di aliyê rêveberî de jî hewl da bi hêzên xwe yên xweser pergalek rêveber, qanûnî û dadwerî têkildarî karûbarên şêniyan û pêdiviyên wan di tevahiya warên perwerdehî, xedemî, tenduristî, çandinî û aborî de peyda bike ava bike

Îro û piştî 7 salan û bi rasthatina salvegera 7`an a şoreşa 19`ê Tîrmehê re, dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînor kom dike û Erdogan ewlehiya herêmên me tehdîd dike û gefa êrîşan û dagirkirinê li herêmên me dixwe. Tu bihaniyên  helwesta Tirkiyê tune ne.

Wek Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê di dema ku em gelê xwe bi salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin, em bang li gelê xwe dikin ku li dora şoreş û pergala xwe ya demokratîk kom bibin û li dijî timayan û siyasetên dagirkeriyê bisekinin. Em tekez dikin em aştîxwaz in û banga çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê ne şer dikin. lê em dê hebûn û destkeftiyên xwe biparêzin û heya bighêjin Sûriyeyek demokratîk û pirrengî em dê bi nirxên xwe yên demokratîk û mirovahî ve girêdayî bin."

(şx)
ANHA


Mijarên Din