Meclisa Rûspiyên Tebqayê hat avakirin

Bi diruşma "Eşîrên me serferazî, serkeftin û misogerî ne" Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarên Tebqayê hate avakirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqa û gundewarê wê, bi diruşma "Eşîrên me serferazî, serkeftin û misogerî ne", Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarê Tebqayê ava kir.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/09/27/131413_jahd-hsn.jpg

Di civîna avakirina meclisê de, şêx û rûspiyên Tebqayê, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn. Civîn li hola civînana  a avahiya Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqa û gundewarê hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre alîkarê sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û  avakirina meclisa rûspiyan li şêniyên Tebqayê pîroz kir.

Cahid Hesen got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike ku fikrê civakî yê eşîr û qebîleyan li yê rêveberiyê li hev tê. Xurtkirina nirxê eşîrtî bi rêya vegerandina wan li xeta wan a durist û xilaskirina wan ji bandorên desthilatdariyê, wê di xurtkirina berxwedanê de bibe destek. Dijminê me dixwaze ku hevgirtina pêkhateyan tune be, ji ber vê yekê hewl dide civakê parçe bike da ku kontrol bike û di encamê de plan û siyasetên xwe li ser civakê ferz bike."

Cahid  Hesen îşaret bi nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê exlaqê de kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên li ser exalqê de dibêje ku exlaq hafîzeya siyasî ya civakê ye. Mafê civakê heye ku bi rêya siyaseta li gorî nirxên civaka exlaq û polîtîk  mafên xwe vegerîne."

Piştre 42 endamên Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarê Tebqayê hatin hilbijartin da ku pirsgirêkan çareser bikin û tevna civakî ya herêmê xurt bikin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/09/27/131430_hsyn-alrashd.jpg

Di dawiya civînê de şêxê eşîra El Bû Xemîs, Hisên El Raşid encamnameya civînê xwend.

Encamnane wiha ye:

"Di guhertin û veguhertinên dîrokî de ku welat ji zêdetirî 10 salan ve têre derbas dibe, wêrankirin, koçberî û rijandina xwînê, bandor li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê kir. Malek bê wêrankirin tune ye û malbatek nemaye ku xwîna ferdên wê nehatiye rihandin.

Sûriya ya şaristanî, Sûriya ya çandî û dîrokî bûye qada hemû asoyên xirab û stadek kiryarên wan ên xirab û qada tesfiyekirina hesabên cîhanî. Gelek netewe ji bo wêrankirina Sûriyê û xêrabkirina wê û  rijandina xwîna zarokên wê di nava pêşbirkê de ne.

Piştî vê yekê me hemû hewldan kir da ku gotina xwe bikin yek, barçeyên Sûriyê yên berbelav komî ser hev bikin, Sûriyeke nû ya azad, bi rûmet û demokratîk ava bikin ku bêyî cûdabûn û dûrxistina tu ferd, an pêkhate, an entîk, an mezheb an jî taîfe be.

Piştî ku me bi rêya QSD’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar kir û MSD’ê wek nûnera xwe ya siyasî hilbijart da ku ji nû ve Sûriyê ber bi yekitî, demokrasî û nenavendiyê ve bibe, lê hewldanên wê di diyaloga bi hikumeta Şamê re ji ber hişmendiya rejîmê ku ji bilî topbaran û talankirinê tu çareserî nabîne, tu encam bi dest nexistin.

Tiştê ku di vê dawiyê de wek lihevkirin tên kirin, tu caran pêdiviyên şêniyan bi cih naynin, her wiha êrişên dagirkeriya Tirk ên bênavber û dagirkeriya  wê li  herêmên bakurê Sûriyê li xweşiya hemû pêkhateyên Sûriyê naçe.

Li ser bingeha hevgirtin û biratiya di navbera pêkhateyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine pêk anîn, girîng bû ku em hemû derfetên xwe bixin xizmeta pêkanîna projeya xwe ya mezin, projeya neteweya demokratîk ku wek çareseriya yekane ya kirîza Sûriyê û têkbirina kapîtalîzmê tê dîtin.

Ji ber wê jî, xwedîderketina li wan fedakariyan di nav çarçoveya Meclisa Rûspiyan de gaveke girîng bû. Ev meclis divê rola xwe ya sereke di xurtkirina eniya navxwe ya pêkhateyên civakê û girêdana di navbera wê û hêzên leşkerî yên li eniyên şer bilîze, da ku dawî li planên bi armanca têkbirina projeya me ya mezin, projeya neteweya demokratîk, bînin. Her wiha da ku hemû nakokî û pirsgirêkên civakî çareser bike û bingehên biratî û wekheviyê di navbera kes û eşîrên herêmê de bide rûniştandin, heman demê ji bo domandina xebata Rêveberiya Xweser û serkeftinên wê li hemebr gendelî û diziyê bisekine.

Meclisa Rûspiyan berpirsa gelek tiştan e, divê xetereya li ser herêmê bi gelê me bide nasandin û di girêdana bi xaka Sûriyê ve, ji Efrîn ta Serêkaniyê pêşeng be.

Ji vir de, Meclisa Rûspiyan destnîşan dike ku hemû eşîr û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember astengiyan bibin yek dest; da ku serekftin û jiyana hevbeş pêk were, ji ber ku Sûriyê ya hemû Sûriyên welatparêzan.”

(mh)

ANHA


Mijarên Din