Meclisa Qamişlo dê pirsgirêka belavbûna oxirên pez çareser bike

Şêniyên navçeya rojhilat a bajarê Qamişlo nerehetiya xwe der barê hebûna oxiran li hundirên navçeyan de ku bênha nexweş derdixîne anîn ziman. Meclisa navçeyê soz da ku di zûtirîn dem de dê çareyekê ji vê yekê re bibînin.

Li taxa Cumayê ya rojhilatê bajarê Qamişlo ye, bi dehan ji xaneyên pez hene, ev dibe sedema belavbûna bêhna nexweş.

Ji ber pirbûna oxiran kêzik pir bûne û nexweşiyên vegirtinê belav dibin û li beramberî vê yekê şêniyên taxê nerehet dibin.

Îro bi armanca çareserkirina vê pirsgirêkê nûnerên komînên taxê ku zêdetirî 10 komînan e bi nûnerên Şaredariya Gel û meclisa navçeyê re civiyan.

Di civînê de nûnerên taxa Cumayê raporek berfireh li ser vê pirsgirêkê û giliyên şêniyên taxê ku ku ji aliyê hezar û 500 kesî ve hatiye îmzekirin pêşkêşî meclisa navçeyê kiri. Têkildarî mijarê Meclisa Navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo got, ew ê raporê rakin Meclisa Kantonê, Meclisa Kantonê jî dê li gorî derfetan vê rewşê di ber çavan re derbas bikin.

Meclisa navçeyê der barê dema çareseriya vê pirsgirê de ti agahî neda.

Herwiha Meclis dê Şaredariya Gel a navçeyê der barê çareserkirina vê pirsgirê de hişyar bike.

Di heman çarçoveyê de şêniyê bi navê Mesûd Mihemed ku ji şêniyên taxa Cumaya ye ji Meclisa Navçeya Rojhilat hêviya erêkirina pêşniyara şêniyan kir û di zûtirîn demê de were çareserkirin, da ku nexweşî belav nebin.

Hêjayî bi bîr xistinê ku navçeya Rojhilat a Qamişlo yek ji cihên ku pez lê tên xwedîkirin û di demên berê de li taxa Cumayê rûberek jê re hatibû veqetandin, lê bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, şêniyan bi awayekî ne qanûnî cihê oxiran berfirehtir kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din