Meclisa Malbatên Şehîdan: Erka me birêxistinkirina malbatên şehîdan e

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê kar û barê zêdetirî 300 malbatên şehîdan ên navenda navçeyê û gundewarên wê bi rê ve dibe. Meclis hewl dide li gorî berpirsyariyê be û wefedariya bi şehîdan re pêk bîne.

Di pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran şêniyên herêmê di oxira parastina gel û xaka herêmê ji komên çete û pêkanîna demokrasiyê de giyanê xwe da. Bi wê re jî şehadeta sepandina demokrasî, jiyana hevbeş û azadî bi dest xist.

Şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê tekez kir ku dê li ser metoda şehîd, wefadariya bîranînên wan û piştevaniya kar û barên malbatên wan, bimeşin.

Meclisên Malbatên Şehîdan li tevahî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û barên malbatên şehîdan bi rê ve dibin, desteka madî û manewî pêşkêşî wan dike. Her wiha wan bi rêxistin dikin da ku di hemû qadên civakê de rola xwe pêk bînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê çavdêriya li kar û barên 307 malbatên şehîdan li navenda navçeyê û gundewarên wê û navçeyên Çilaxa û Til Koçerê dikin.

Meclis bi rêya mekanîzmaya birêxistinkirî ya ku ji hêla hevserokatî û komîteyan girêdayî meclisê yên ku bi awayekî demokratîk di civînên dewrî de hatine hilbijartin, dixebite.

Birêxistinkirina malbatên şehîdan di komînan de

Çavdêriya li ser Meclisa Malbatên Şehîdan ji hêla Meclisa Rêveber ji 15 endaman ve pêk tê. Ji wê jî zêdetir komîteyên dîtir jî hene. Meclis ji dema avakirina komînan ve, dest bi damezirandina gelek komînên malbatên şehîdan bi hedefa xebitandina wan a rêvebirina kar û barên xwe kir. Birêxistinkirina komînan li gorî taxan e. Her komînek ji 30 heta 40 malbatên şehîdan pêk tê. Hevserokatiya komînê tê hilbijartin. Komîn civînên xwe yên dewrî yên nîqaşkirina kar û barên endaman li dar dixe û radike meclisê.

Birêxistinkirina merasîmên şehîdan û sersaxiyê, arşîvkirin û amadekirina belgeyên şehadetê

Meclisa Malbatên Şehîdan çavdêriyê li ser birêxistinkirina merasîmên şehîdan bi hevakariya aliyên têkildar re piştî ragihandina qeyda şehadetê ji hêla aliyên leşkerî yên têkildar ve dike. Cenaze û qeyd radestî Meclisa Malbatên Şehîdan tên kirin. Meclis jî roj û saeta merasîmê û banga gel a beşdariyê diyar dike. Her wiha jî bernameya merasîmê, amadekirina wesîqeya şehadetê û belgekirina wê ji qeydên fermî, bi rêxistin dike. Meclis çavdêriyê li merasîma sersaxiya malbatên şehîdan jî dike.

Piştevaniya madî û manewî bi malbatên şehîdan re

Meclis piştgiriya malbatên şehîdan çi bav û dê û çi jî hevjîn û zarok dibe, dike. Ew jî bi rêya serdanên dewrî yên malên wan û şopandina rewşên wan e. Her wiha li ser xwedina zarokên şehîdan di dibistanan de bêyî kêmasiyan bi rêya dabînkirina pêdiviyên dibistan, qeydkirina wan û çavdêriya li ser, hişyar e.

Li gorî rayedarên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, meclis hewl dide piştevaniya madî û manewî ji malbatên şehîdan re bi rêya damezirandina kooperatîfan an jî bi rêya dabînkirina derfetên kar di saziyên Rêveberiya Xweser de bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî, pêk bîne. Li aliyekî dîtir jî meclis piştgiriya tenduristî ji malbatên şehîdan pêşkêş dike.

Meclis civînên giştî her 3 mehan bi beşdariya tevahî endamên meclisên ji malbatên şehîdan li dar dixe, da ku nêrîn, gilî, pêşniyar û çareserkirina pirsgirêkên tên pêşberî wan, guhdar bikin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Xesan Rustem ji ANHA’yê re daxuyand ku meclis hewl dide li gorî berpirsyariyê be. Li gorî pêkanîna bîranên wan, wefadariya şehîdan bike. Piştevaniya malbatan bike û wan bi rêxistin bikin da ku rola xwe di civakê de pêk bînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din