​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê civîneke berfireh li dar xist

Melisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê ji bo nirxandina karên du sal û nîv bi dirûşma ‘Bi rihê berxwedana malbatên şehîdan em ê Rêber Apo rizgar bikin’, civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de hevserokatiya nû ya meclisê hate hilbijartin.

Civîn li hola Elwan a li herêma Şiqeyêf a bajarê Helebê hate lidarxistin. Di civînê de malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, Kongereya Star, Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, komîn, Hêzên Parastina Civakê, Hêzên Asayîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê amade bûn.

Hola civînê bi wêneyên berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê, wêneyên rêber Ebdullah Ocalan û alên YPG, YPJ, Tevgera Civaka Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Hediya Yûsêf li ser pêşketinên siyasî li Kurdistan û Rojhilata Navîn axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe li dijî her çar pareyên Kurdistanê, dixwaze gelê Kurd tune bike û wiha got: "Berxwedana gel li dijî wan êrîşan berdewam e û wê hîn jî berdewan bike".

Hediya piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijîvîna gelên azad e û yekitiya wan e, ji bo wê demografiya herêmên dagirkirî diguherîne. Hediye sûcên dewleta Tirk ên derexlaqî destnîşan kirin û got: “Dewleta Tirk êrişî goristanên şehîdên azadiyê dike. Ji ber vê yekê û ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk divê hemû bibin yek.”

Piştre hevserokê meclisa giştî ya taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê Velentîna Ebdo Meclisa Malbatên Şehîdan rapora rewşa rêxistinî ya du sal û nîvan a Meclisa Malbatên Şehîdan xwend.

Di dawiya civînê de hevserokatiya nû ya Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate hilbijartin. Hevserok ev in: Rûşîn Xelîl Mûsa û Mihemed Hisên Ehmed. Her wiha malbatên şehîdan, endamên rêveber ên Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan û rêveberiya Komîteya Hevserên Şehîdan hilbijartin.

ANHA


Mijarên Din