Meclisa lihevanînê ya Helebê 90 doz jê 29 ên jinan in, çareser kirin

Meclisa Lihevanînê ya Civakî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, di nava 128 dozan de  90 çareser kirin. Ev doz di 6 mehan de hatin çaresrkirin û ji van dozan 29 ên jinan in.

Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di sala 2012’an Komîteya Lihevanînê ya Civakî hat avakirin. Armanc ew e ku nakokî û pirsgirêkên di navbera şêniyên taxê de werin çareserkirin. Di 2015’an de komînên taxa Şêxmeqsûdê hatin avakirin û bi wê re jî Komîteya Lihevanînê çalak bû da ku pirsgirêkên her komînekê çareser bike.

Endamên komîteyê 132 in û li ser 30 komînên Şêxmeqsûd û 4 komînên taxa Eşrefiyê ya Helebê hatine belavkirin.

Di 25’ê Nîsana 2019’an de girseya komîteyên lihevanînê hat lidarxistin. Di civînê de navê Komîteya Lihevanînê bû Meclisa Lihevanînê ya Civakî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê.

90 doz hatine çareserkirin û jê 29 ên jinan in

Dozên ku ji 6 mehan va hatine Meclisa Lihevanînê 128 doz in. Jê 61 doz hatin çareserkirin. Giliyên taybet ên jinan ku hatine çareserkirin 29 in. 4 rakirin Kongreya Star. 34 giliyên din jî ji Dîwana Edaletê re hatin şandin.

Giliyên ku hatine; nakokî û pirsgirêkên hevjînî, pirsgirêkên malbatî û darayî bûn.

Di vî warî de hevseroka Meclisa Lihevanînê ya Civakî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê Emîne Şahîn got: “Em xebata mirovî di navbera civakê de dikin da ku pirsgirêk û nakokiyên di navbera şêniyên taxê de çareser bikin. Hezkirin û biratiyê di nava civakê de çêbikin. Nakokiyên di navbera kesan de bi awayekî razîkirinê bên çareser kirin. Ne bi rêya dadgehan. Ji ber lihevanîn serweriya qanûnê ye.”

Emîne li dawiyê îşaret pê kir ku piranî nakokî, nakokiyê hevjînî ne. Emîne got: “Lê belê bi saya kedên komîteyên lihevanînê nakokî û pirsgirêkên di nava şêniyên taxê de kêm dibin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din