Meclisa Leşkerî ya Tebqayê: Êrîşa Tirkiyê dê bibe sedema reva DAIŞ‘iyan

Meclisa Leşkerî ya Tebqayê diyar kir ku civaka navdewletî û Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê ji encamên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê berpirsyar in. Meclisê hişyariya ‘Kareseteke mirovî‘ kir ku dê ev êrîş bibe sedema reva çeteyên DAIŞ‘ê.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed El-Reûf daxuyaniyek da û got: "Êrîşên bi hincetên ne rast ên li ser Bakurê Sûriyê tenê ji bo pêkanîna armancên Tirkiyê yên jinûv sazkirina DAIŞ‘ê û geşekirina wan e."

El-Reûf got civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî ji xetertirîn girtîgehên DAIŞ‘ê ku bi hezaran çete tê de hen berpirsyar in.

ANHA


Mijarên Din