Meclisa Leşkerî ya Suryanî têkildarî êrişên li dijî Xabûrê daxuyanî da

Fermandariya Gitşî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî ragihand ku di êrişên komên çete yên li ser gundê Rîhayê yê navçeya Til Temirê şervanekî wan şehîd bû û 3 jî dîl hatin girtin.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî têkildarî midar daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Êriş û pevçûn li devera rojhilat û başûrê Serêkaniyê gur dibin, her wiha li herêma Xabûrê jî bi taybet, ku êriş bêtir li xeta gundên Mehmûdiyê û Rîhaniyê ne û pê re jî balefirên dewleta Tirk a dagirker ranawestin û hêzên me li herêmên çalakiyan armanc digire. Her wiha top û hemû cureyên çekên giran di êrişên xwe da bi kar tînin. Êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tevî ragihandina agirbestê, berdewam in û agirbestê binpê dikin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî û ji bo parastina herêmê li hember êrişên Tirkiyeyê, tevlî çalakiyên leşkerî bûye û li xeta herêma Xabûrê ji 3'ê Mijdarê ve cihyê xwe girtiye. Hîna jî hêzên me jî bo parastinê li eniyên Xabûrê ne û di rewşa parastinê da ne.

Di van şeran da, komek ji şervanên me yên li gundê Rîhanîyê bi cî bûne, arasteyî êrîşên tund ji aliyê hêzên radîkal ên bi Tirkiyeyê ve girêdayî hatine, di encama wê da, şervanekî me giha asta şehadetê û 3 din dîl hatin girtin û em ê di demeka nêz da navên wan ragihînin.

Em bang li civaka navnetewî dikin û bi taybet Amerîk û Rûsyayê ku fişarê li Tirkiyeyê bikin û zorê lê bike ku pabendî hevpeymanan bibe da ku êrîşa xwe ya leşkerî rawestîne. Dîsa em soza xwe ji bo parastina ax, gelê xwe û hebûna Suryanî Asûrî li herêma Xabûrê û tevahî Sûriyeyê nû dikin."

ANHA


Mijarên Din