Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Êrîşa Tirkiyê jiyana 100 hezar xiristiyanan dixe metirsiyê

Meclisa Leşkerî ya Suryanî di nameya ku ji rêxistina cîhanî ya dijî tundiyê re, hişyarî da DYA`yê ku eger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ew ê jiyana 100 hezar xiristiyanan di xetereyê de be.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî nameyek ji Rêxistina Projeya Clarion a li dijî tundiyê re şand û tê de daxwaza alîkariyê kir. Name wiha ye:

"Em ji xiristiyanên li DYA`ê re dibêjin ku bila ji artêşa Amerîkayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz bikin ku artêşa Tirk, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir neke. Ma wê artêşa Amerîkayê di helwesteke temaşeker de be û em jî tên kuştin?"

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan Aram Hena agahî da Projeya Clarion ku koma wî 3 hezar kes e. Her wiha yekîneya jinên xiristiyan jî heye.

Xiristiyanan li dijî DAIŞ`ê şer kir, di nav de jî şerê Reqayê, ji ber vê yekê meclis texmîn dike ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bê hedefgirtin û hemû şêniyên xiristiyan li herêmê rastî gefên rasterast werin."

Tirkiyê hêza xwe li beramberî Kobanê û Girê Spî kom kiriye.

"Hejmara xiristiyanên Aşûr 100 hezar e, yên hindik li Bakurê Sûriyê man. Ji welatê bav û kalên xwe derneketin. Hena wiha got: "Mêjiyê qirkirina komî ku dagirkeran di salên berê de kirin, didome."

Dewleta Tirk a dagirker daxwaza vekişandina hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir da ku "herêma ewle" bi berfirehiya 32 km’yan ji sînor ava bike. Tê payîn ku Erdogan 4 milyon koçberên ji Sûriyê vegerîne herêmê, bi wê yekê hewl dide guhertina çêkera welat li gorî xwe bike, berpirsên Tirk gihîştin asta nerasterast gefan li rihên hêzên Amerîkayê dixwar.

Malpera projeya Clarion wiha got: "Ji têgînên me yên taybet û tecrubeyên me di şopandina vê herêmê ji sala 2014`an, ve em dizanin ku xiristiyanên Sûryan û Aşûrî û Ermen parçeyeke mezin ji hikumet û artêşê (Erka Xweparastinê) û jiyana sivîl in, heta zimanê Ermenî jî piştî 2 hezar sal weke zimanekî fermî vegeriya, ji ber ew yek ji 4 zimanên fermî ye."

Her wiha di nameyê de wiha hate diyarkirin: "Tiştê ku Kurdan li Bakur û Rojhialt ê Sûriyê kir ne tenê DAIŞ bibin xist. Lê wê azadî û wekhevî pêk anî û azadiya ol pêk anîn."

Ji ber vê yekê Xirîstiyanên di Meclisa Leşkerî ya Sûryanî de li kêleka Kurdan disekinin û dev ji wan bernadin.

Em texmîn dikin ku ji erka me ye wek Xirîstiyanên Sûryanî li kêleka birayên xwe yên Kurd û Ereb bisekinin û li pêşiya hemû komên terorîst bisekinin. Hevkariya me ya leşkerî di QSD`ê de hevkarî û jiyana hevbeş di navbera Ereb, Kurd û xiristiyanên Suryan li herêmên me xurttir kir.

Niha, Tirkiye hewl dide êrîşî hevkarê me li Sûriyê bike, jiyana 100 hezar xiristiyanan di xetereyê de ye, her wiha hêzên Amerîka, Brîtanya û Fransayê jî di xetereyê de ne."

Divê serok Trump bê agahdarkirin ji rûdanên paşê re."

(jo)


Mijarên Din