Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameya şervanê xwe yê şehîd ragihand

Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku şervanê wan Mehmûd Îdan El-Salih (Kirstiyan) 20`ê Tebaxê di encama kemîna şaneyên DAIŞ`ê de şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Suryan têkildarî şehadeta şervanê wan ê bi navê Mehmûd Îdan El-Salih (Kirstiyan) daxuyaniyek nivîskî weşand.  

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryanî wiha ye:

"Piştî tinekirina rêxistina terorist a DAIŞ‘ê di pêngava Bagera Cizîrê de di aliyê leşkerî de li bargeha wî ya dawî li bajarê Baxozê yê gundewarê Dêrazorê ya, hêzên me kêlek bi kêlek bi hêzên din ên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de pêngavên xwe yên li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê didomîne. Şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê hewl dide tevliheviyê derxîne û ewlehiya welat û welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku navenda jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan e têk bibe. Hêzên  me dikarîbûn bargehên terorîstan birûxînin û gelekan ji wan bigirin. Her wiha rêjeyek mezin a çek û teqemeniyan desteser bikin. Em rêbazên rêxistina terorst nas dikin, dema tengav dibin berî didin çalakiyên teqîn, kuştin û çandina mayînan. Bûyerên dawî ku li Hesekê û Qamişlo rû dane delîlê herî ber bi çav ê sûcên vê rêxistinê ye. Hemû kesên di van bûyeran de şehîd bûne sivîl bûn.

Di 20-8-2019`an de wesayîteke me ya leşkerî  li Dêrazorê li nêzî bajarokê El-Sebha dema erka xwe pêk dianî,  ket kemîna şaneyên rêxistina terorîst. Di encamê de şervan Mehmûd Îdan El-Salih - Kirstiyan şehîd bû û du şervanên din jî bi giranê birîndar bûn.

Em ji gelê xwe yê Suryan û Asur û hemû gelên herêmê re teqez dikin ku em şopdarên xeta şehîdan in ên ku ji bo parastina vî welatî û jiyana hevbeş a hemû gelen berdêlên giranbûha dane. Em soza xwe bi şehîdan re nû didin ku xwîna li erdê naçe, lê belê dê bimîne bingeha avakirina demokrasî, avakirina edalet, pêkanîna heq û belavkirina aştiyê di nav civakek hevpar li ser rêgeza biratiya gelan de."

(şx)

ANHA


Mijarên Din