Meclisa Leşkerî ya Sûryanî: Me name ji rêveberiya Emerîkayê re şand

Meclisa leşkerî ya Sûryanî da zanîn ku gelek rêxistin, sazî û dêrên ku bandora wan hene û nêzî rêveberiya Emerîka ne, name ji rêveberiya Emerîkayê re şandin.

Meclisa leşkerî ya Sûryanî di 17`ê Tîrmehê de nameyek ji rêveberiya Emerîkayê re şand. Name di derbarê  gefxwarinên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Di nameyê de armanca Tirkiyê ji kuştin û rûxandina pêkhateya Sûryan, Êzidî û gelên herêmê diyar dike. Her wiha îşaret bi hevgirtina niştîmanî di navbera pêkhateyên herêmê û herêm ji çeteyên DAIŞ`ê parastin û sîstemeke demokratîk ava kirin, hat kirin.

Gerînendeya navenda ragihandina meclisa leşkerî ya Sûryanî Arom Marokî da zanîn ku wan heta niha tu bersivên fermî ji rêveberiya Emerîkayê ne girtin û wiha got: "Gelek rêxistin, sazî û pirên ku bandora wan li Emerîkayê  hene û nêzî rêveberiya Emerîka ne, şandin. Nameya ku me bi awayekî cidî şand, birin, name pir belav bû û dê ew rêxistin, sazî û dêr zextê li rêveberiya Emerîka bike da ku gefxwarinên Tirkiyê bisekinînin.”

Malpera CLARION project a taybet bi rêxistina project Claroin a dijî tûndiyê di 23`ê Tîrmehê de nûçeyek belav kir û diyar kirin ku wan nameya Meclisa Leşkerî ya Sûryanî girtiye. Her wiha Arom Marokî îdayên ku hin malperên biyanî weşandin ku meclisa leşkerî name şand rêxistina Project Claroin derewand û teqez kir ku wan name şandin rêveberiya Emerîkayê bixwe neşandin û ti rêxistinên din.

Di nameya ku meclisa leşkerî ya Sûryanî ji rêveberiya Emerîka re şandin tê de behsa metrsiya êrîşa Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dike û wiha got: “Komkirina Tirkiyê hêz û çeteyên xwe di vê pêvajoyê de, armanc dagirkirina Bakurê Sûriyê ye. Armanca van hêzan kuştin û rûxandina me ye. Dê gelê me rastî komkujiyan were. Dê dêr hemû werin rûxandin, Xirîstiyan û Êzidiyên ku çeteyên Tirkiyê navên wan dike "Kafir" bêne kuştin."

Her wiha di nameyê de tekez kirin ku ji erka wan e ku weke Xirîstiyan li kêleka birayên xwe yên Kurd û Ereb bisekinin û şerê hemû komên terorsît bikin.

ANHA


Mijarên Din