Meclisa Leşkerî ya Şedadê dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir

148 şervan tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn. Bi vê yekê re hejmara şervanên Meclisa Leşkerî ya Şedadê gihaşt 582’yan.

Akademiya Şehîd Birûsk Pîro ya li bajarokê Ebû Xeşeb dewreyeke perwerdeyê ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Şedadê bi dawî kir. Dewreya perwerdeyêbi navê şehîd Bahoz Qamişlo bû.

Dewreya perwerdeyê 45 rojan dewam kir. 148 kes ji şêniyên navçeya Şedadê û bajarokê girêdayî wê tev li dewreyê bûn. Di dewreyê de dersên leşkerî, siyasî her wiha dersên girêdayî şer hatin dîtin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Hecî Ebû Salih û fermandarên focên girêdayî navçeya Şedadê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de Hecî Ebû Salih axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir. Her wiha tekez kir ku erka wan parastina şêniyên herêmê ji şaneyên DAIŞ`ê û komên dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Di dawiyê de şervanan  soza parastina xak û welat ji hemû êrîşên ku xetereyê li ser xaka Sûriyê çêdikin, da û piştî merasîmê govend hat gerandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din