Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreya yekemîn bi dawî kir

Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreya yekemîn a perwerdeyê bi dawî kir.

Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreya yekemîn a piştî damezrandina meclisê bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê li Akadmeiya Şehîd Selam Reqa bi beşdarbûna 300 şervanan  bi navê  "Şehîd Ezedîn El-Elî" hatibû vekirin.

Îro dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê, fermandarên QSD û Meclisa Leşkerî ya Reqayê, şêx û rûspiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Kendal Reqa axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan û şêniyên Reqayê pîroz kir û banga parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin, kir.

Piştre şervanên tevlî dewreyên bibûn, sonda leşkerî xwarin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan li ser stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din