Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrîşa xwekujî ya DAIŞ`ê têk bir                                                      

Yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minibicê, êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya bajarê Minbicê têk bir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê yê girêdayî meclisê, bi çalakiyeke taybet êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ`ê ku hewl da derbasî bajarê Minbicê bibe, têk bir.

Meclisê anî ziman ku ku çalakî li ser rêya gundê Ezir ê rojhilatê bajarê Minbicê pêk hat û yekîneyên wan nehîştin ku xwekuj derbasî bajar bibe.

Meclisê diyar kir ku êrîşkar rextekî bombebarkirî li xwe pêça bû.

(kc)

ANHA


Mijarên Din