Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Derew e ku artêşa Sûriyê serweriya Bendava Tişrînê kiriye

Meclisa Leşkerî ya Kobanê agahiyên ku li ser gelek malperên Rûsyayê û hikumeta Sûriyê belav bûne ku artêşa Sûriyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser duyemîn stasyona kehrebe-avê ya li Sûriyê serwer in, derewandin.

Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê li ser zimanê hevserok Îsmet Şêx Hesen têkildarî agahiyên ku hin malperên nûçeyan belav kirine ku hikumeta Sûriyê serweriya li ser Bendava Tişrînê kiriye, axivî.

Ev agahî jî piştî ku duh di navbera fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsyayê li herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê û Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê de hat lidarxistin, derket. Her wiha her du aliyan îşaret pê kir ku divê herêm li hember vegera DAIŞ’ê bê parastin, alîkariya gelê Sûriyê bê kirin. Her du aliyan jî alên Rûsya û YPJ’yê pev guhartin.

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen li gel ajansa me ANHA’yê daxuyand ku xebat hê wekî berê li bendavê bêyî ku tiştek bê guhartin, didome.

Di encama lihevkirina di navbera hikumeta Rûsyayê ya federal û Rêveberiya Xweser de, yekîneyên artêşa Sûriyê li hin nuqteyên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li bakurê welat belav bûn.

Rêveberiya Xweser pirî caran di daxuyanî û gotinên xwe de piştrast kir ku lihevkirina di navbera wan û rejîma Sûriyê de tenê leşkerî ye û bi belavbûna artêşa Sûriyê ya li ser sînorê bi Tirkiyê û herêmên dawîn ku dewleta Tirk dagir kirin re, bi encam e.

(fr)


Mijarên Din