Meclisa Leşkerî ya Holê jî hat avakirin

Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) di çarçoveya ji nû ve sazkirina hêzên xwe, îro bi merasîmekê avakirina Meclisa Leşkerî ya Holê ragihand.

Îro li qada Şehîd Herekol a li navçeya Til Birakê ji aliyê QSD`ê ve civînek hat lidarxistin. Di civînê de bi dehan fermandarê QSD‘ê û rûpiyên erebeyên yên navçeyên Hol, Til Hemîs û Til Birakê amade bûn. Civîn bi avakirina Meclisa Leşkerî ya Holê bi encam bû.

Piştî civînê merasîmê ragihandina avakirina Meclisa Leşkerî ya Holê li dar ket. Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê ve dest pê kir, paşê ji fermandarê QSD`ê Gabar Dêrik axivî û meclis li şêniyên herêmê û şervanan pîroz kir û wiha got: "Piştî dawîbûna şerê leşkerî dijî DAIŞ`ê û mezinbûna QSD‘ê erkên nû li pêşiya me derketin, li gorî pêwîstiya pêvajoyê me dest bi jinûve sazkirina QSD`ê kir û li hemû herêman em ê meclisên leşkerî ava bikin."

Gabar Dêrik daxuya kirin ku 3 armancên sereke yên avakirina meclisên leşkerî hene û wiha domand: "Armanca yekem; hemû meclisên leşkerî di bin banekî de bibin yek, duyemîn; beşdarbûna fermandarên herêmî ji bo biryaran hîna bêhitir bistînin, sêyemîn; pêşxistina sazûmaniya Hêzên Sûriyeya Demokraîtk bi rêya aktîvkirina saziyên leşkerî."

Gabar teqez kir û wiha got: "Meclisa Leşkerî ji fermandarên focan, fermandarên tûgeyan, beşên leşkerê, berpirsyarên buroyên leşkerî li herêman pêk hat, erka vanan parastina ewlehiya herêmê ye."

Dêrik her wiha got: "Li gorî rûdanên ku herêm ji aloziyên hundirîn re derbas dibe ji şerên xwînrijiyê bi navê olan û xapandina gel û rûxandina nirxê civakê, ji ber hîskirina me bi berpirsyariya exlaqî û dîrokî li hember gel û hemû pêkhateyên herêmê, em avakirina Meclisa Leşkerî ya aliyê Holê radigihînin, ku wê li gorî têgeha netewa demokratîk û biratiya gelan tev bigere û perensîbên nirxên civakê û jiyana hevbeş pêk bîne."

Piştî axaftina fermandarê QSD‘ê Gabar Dêrik, berdekê fermî yê meclisa eşîra El-Cibûr li Sûriyê Tirkî El-Mendîl axivî û avakirina Meclisa Leşkerî ya Holê pîroz kir û ji wan re serkeftin hêvî kir.

Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên QSD`ê û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din