​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Li hemberî êrişan em ê mafê parastinê bi kar bînin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê got: " Em ê dev ji mafên xwe yê parastina erd û gelên xwe bernedin. Em ê heta rizgarkirina her bohostek ji erda me ya Sûriyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

 Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî de ev hate gotin: "Êrişên Tirkiyê yên li dijî gelên me yê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehba û Efrînê berdewam dikin. Her roj em dibin şahidên komkujiyên dagirkeriya Tirk. Di 17-9-2021`ê de artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gelê me yê gundê Dibis komkujiyeke nû pêk anî, di encamê de 4 sivîl bûn qurban û 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn. Piştî komkujiyên li dijî Sefawiyê û Hidreyat, ev komkujî sêyem ku li dijî gelê me yê li Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî pêk tê, ev jî isbata hovîtiya dagirker û projeya wî ya kevn a koçberkirina gelê herêman dike, da ku xewna dewleta Osmanî zindî bike.

Ruxmî van sûcan jî civata navneteweyî bê deng e, li ser vê yekê em bang li civata navneteweyî û dewletên di dosya Sûriyê de aktîf in dikin û dibêjin; li hemberî êrişên dagirkeriyê bi berpirsyariya xwe rabin û dawî li projeya wê ya dagirkirina Sûriyê bînin.

Em QSD`ê û Hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi taybet, ji cîhanê re piştrast dikin ku em ê dev ji mafên xwe yê parastina erd û gelên xwe bernedin. Her wiha soz didin gel, şehîd û malbatên şehîdên xwe ku em ê parastina vî erdî bikin û piştî ku şehîdên me bi xwîna xwe pak kirine, em ê rê nedin qirêjiya terorîstan ku pêlê bikin/ derbas bibin. Di dawiyê de em dibêjin ku heta rizgarkirina her bohostek ji erda me ya Sûriyê em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din