Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hûrgiliyên têkbirina hewldana çeteyan eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî eşkere kir ku hêzên wan helwdana ketina herêmê ya çeteyên dewleta Tirk li rojavayê Girê Spî têk biriye. Meclisê teqez kir ku ew ê li hember hemû hewldanên dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê çeteyan û dagirkeriya Tirk ve bisekinin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El-Omer daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hûrgiliyên hewldana çeteyên dagirkeriya Tirk a ketina gundê Kor Hesen yê girêdayî Girê duh sibehê, eşkere kirin.

Li gorî El-Omer, hewldana çeteyan şeva çarşemê saet 02:20’an pêk hatiye.

El-Omer wiha got: "15 çeteyên dewleta Tirk a dagirker saet 02:20’an tevî çekên sivik, navîn û bombeyên destan, RBC û doçka 23 hewl da bikevin gundê Kor Hesen. Beriya hewldana çeteyan ji baregehên dewleta Tirk herêm hat topbarankirin."

El-Omer wiha domand: "Di çarçoveya parastina rewa de, hêzên me hewldana çeteyan têk bir, di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û yên din jî reviyan. Dûre dewleta Tirk ji baregehên xwe gund bi dijwarî topbaran kir, da ku cenazeyên çeteyên xwe rakin. Topbaran ji saet 03:00`an heta saet 05:00`ê berbangê dom kir."

Wîsam El-Omer di dawiyê de soz da ku ew ê parastina serweriya xaka Sûriyê bikin, bersiva hemû hewldan û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê bidin û heta rizgarkirina tevahî xaka dagirkirî dê li ser şopa şehîdan bin û li ber xwe bidin.

QSD’ê duh diyar kiribû ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çeteyên dagirkeriya Tirk a ketina gundê Kor Hesen ê rojavayê Girê Spî têk biriye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din