Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Ger Tirkiye peymanê binpê bike, em ê gel biparêzin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hac Mehmûd got ew li gorî peymana mekanîzmaya ewlehiyê ya mîsogeriya ewlehiya sînor tev digerin û tekez kir ku ji erka wan e ku heke Tirkiye bendên peymanê binpê bike, gel biparêzin.

Asta gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van çend rojên dawîn de tevî pêkanîna QSD’ê ya peymana bi navbeynkariya DYA’yê bi Tirkiyê re der barê mekanîzmaya ewlehiyê ya garantiya ewlehiya sînorê Bakurê Sûriyê de, zêde dibe.

QSD li gorî mekanîzmaya ewlehiyê tev gerî û ji nuqteyên li ser sînorê bi Tirkiyê re vekişî û ji wê zêdetir jî mewziyên li ser sînor hilweşandin û radestî meclisên leşkerî yên herêmî yên Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Her wiha jî dewriyeyên hevbeş ên bejahî û asîmanî yên di navbera koalîsyon û Tirkiyê de li dirêjahiya herêma ku di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de jî pêk hatin.

Lê diyar e Tirkiye ji peymanê ne razî ye. Di heman demê de jî tu helwest der barê sînordarkirina Tirkiyê de ji civaka navdewletî nehatin weşandin.

Washingtonê hêzên xwe di berbanga roja duşemê (îro) de ji herêmên sînor vekişandin û got dê hêzên wê di şerê leşkerî yê ku Tirkiye plana wê li Bakurê Sûriyê de dike, beşdar nabe.

Li rex wê jî, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hac Mehmûd ji ANHA’yê daxuyand ku piranî bendên mekanîzmaya ewlehiyê ya ku QSD, DYA û Tirkiyê li ser li hev kiriye, pêk hatin. Jê jî vekişandina hêz û alavên leşkerî yên QSD’ê ji sînor da ku li şûna wê hêzên parastina sînor ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi cih bibin. Her wiha jî ji hêla Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û Koalîsyona Navdewletî ve dewriyeyên hevbeş an jî dewriyeyên hevbeş ên di navbera Koalîsyona Navdewletî û aliyê Tirkiyê de li gorî peymanê pêk hatin.

Mehmûd wiha lê zêde kir: "Em wek Hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li gorî bendên peymanê tev digerin û armanca me parastina ewlehî, aramiya herêmê ye û da ku tu zirar negihîje gelê herêmê."

Mihemed Hac Mehmûd tekez kir ku ji erka wan e ku şêniyên herêmê heke Tirkiyê peyman binpê kir, gel biparêzin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din