Meclisa Leşkerî ya Babê: Çete bi teqînan dixwazin sivîlan bidin koçberkirin

Meclisa Leşkerî ya bajarê Babê têkildarî teqînên ku îro li bajêr rû dane got: " Kesên ku teqîn û bûyerên qetilkirinê pêk anîne, heman komên çekdar in ên bûyeran şer di bajarê de diafirînin da ku şêniyan biditirsînin û wan li dijî xwe bêdeng bikin."

Meclisa Leşkerî ya Babê girêdayî teqînên ku di demên dawî  de li bajarê Babê rû dane daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye;

"Îro careke din teqîn û kiryarên terorîst şêniyên me yên li herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine, dikin hedef. Li wan herêman rewşeke ne aram û tevlihev heye.

Wek Meclisa Leşkerî ya bajarê Babê û gundewarê wê em mîna van kirinan ên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin.

Bajarê Babê bi zanabûn ji hêla wan aliyên ku dixwazin tola xwe ji şêniyên wê hilînin hate hedefgirtin. Bi taybet li gel ku bajar ji yekemîn e ku dagirkerî û komên girêdayî wê yên ku bi dehan endamên DAIŞ`ê di nav milîsên Mertala Firatê de ne red kiriye. Ev kom ji bajêr dernakevin, bargehên xwe yên leşkerî di nav malên şêniyan de ava dikin, bi tevahiya çekan di nav de yên giran şerê hev du dikin û malbatên bajêr ên resen ên dijberî dagirkeriyê dikin hedef da ku wan ji bajêr derxînin.

Bajarê Babê yê kevnar bi şênî û êlên xwe yên resen li hemberî dagirkirina DAIŞ`ê a li bajêr sekinin û ji du salan ve li hember dagirkeriya Tirk û milîsên wê yên ku karînên şêniyên bajêr û qutên wan talan dikin, li berxwe didin. Şêniyên wê gelek caran li hember dagirkeriyê  û meclisên wê serî hildane. Her wiha dagirkirina Tirkiyê axa wan û veguherandina wê ji bargehek leşkerî re li Şêx Aqîl red kirin.

Bê guman şerên domdar ên li bajêr rû didin û niştecihên wê dikin hedef armanc jê ew e ku tolê ji şênî û aliyên ku  fesadî û desthilata leşkeran red kirine hilînin, ji ber ku niştecihên herêmê banga derketina çekdaran û rêveberiya xweser dikin. Her wiha bang dikin ku meclisên herêmî û saziyên ewlehiyê radestî kesayetên durist ji şêniyên bajêr were kirin, li şûna kesayetên sûcdar ku fermanên xwe ji istixbarata Tirkiyê digirin. Bi rêya agahiyên ku gihaştina ber destê me, ew heman kesayetên berpirsên teqînan in.

Hina bajar û şêniyên wê ji ber ku ji dagirkeriyê û gendeliyê re gotin na berdêlên giran didin, şêniyan her wiha aliyên çetetî jî red dikin û daxwaza azadiyê û hukmê xweseriyê paqij dikin. Kesên li paş teqînan û kiryarên qetilkirinê disekinin hema kom û kesaytan ku, li kolanan şer û pevçûnan çêdikin da ku tirsê di nav şêniyan de belav bikin, di encam de wan bê deng bikin û tiştê bê serê wan qebûl bikin.

Em careke din van kiryarên terorîst û binpêkirinên bizanabûn  ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Mertala Firatê der heqê niştecihan de pêk tînin şermezar dikin. Em sersaxiyê ji tevahî şênî û malbatên me yên bajarê Babê yê dagirkirî re dixwazin. Ez soz didin ku em ê wan ji zulmê û terorê xilas bikin.

(şx-rr)

ANHA


Mijarên Din