Meclisa Leşkerî û oposizyona Sûdanê der barê pêvajoya  demkî de lihev kir

Meclisa Leşkerî ya serwer û berpirsên çalakiyên li Sûdanê îro der barê desteya ku tê pêşbînkirin pêvajoya  demkî ya bê birêve bibe, lihev kir.

Navbeynkarê Yekîtiya Efrîqyayê Mihemed El-Hesen Lebat îro di civîna çapemeniyê de got: “Meclisa Leşkerî ya serwer û Daklerakisyona Azadî û Guhartinê ya ku tevgera çalakiyan bi rê ve dibin, li ser"Avakirina Meclisa serwer a di navbera leşker û sivîlan de alternatîfe be, ku dê heta 3`ê salan û dibe ku dema wê hinekî zêdetir jî bibe" li hev kiriye.

Têkildarî mijarê makanîzmeya ku dê xwe bispêrînê nehat diyarkirin, lê li gorî plana demkî ku Efrîqyayê û Ethiyopyayê amadekiriye diyar dibe ku “Meclisa serwer" dê di destpêkê  de ji aliyê leşkerekî ve heta 18 mehan were birêve birin û paşê heta dawiya pêvajoya demkî , dê yekî sivîl li cihê yê leşkerî deynin û birêve bibe.

Lebat di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman:"Her du alî di heman demê de li ser pêkanîna zelalbûna niştîmanî ya serbixwe ji hemû bûyerên cihêreng re û rewşên bi tund ên ku di hefteyên dawîn de di ser welat re derbas bûne, lihev kiriye." 

Lebat wiha axaftina xwe dewam kir: "Dîsa her du aliyan li ser avakirina Meclisa Qanûnsaz û di awayê avakirinê de heta ku meclisa serwer û hikumeta bajêr were avakirin, lihev kiriye." 

Di aliyekî din de cîgirê serokê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Mihemed Hemdan Delqo got: "Em dixwazin hemû hêzên siyasî, tevgerên çekdar û herkesên beşdarî veguhartinê bûn, ji aliyê vê lihevkirina ku dê ji her kesî re derbasdar be û ji hemû xwestekên gelên Sûdanê re, rehet bin."

Meclisa Leşkerî ya ku hikumeta welêt piştî rakirina serok Omer El-Beşîr,  birêve dibe ji beriya çend mehav ve bi berpirsên çalakiyan re hevdîtinên siyasî li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de bi saya navbeynkariya Ethiyopyayê û Yekîtiya Efrîqyayê her du alî  dest bi danûstandinên hesas ên têkildarî nexşeya pêvajoya demkî ya were, kirin.

AFP`ê diyar kir ku her du alî roja pênşemê di hevdîtina duyemîn de ya danûstandina bi hev re civiyane. 

Di vê derbarê de berpirsekî Deklarasiyona Azadî û Guhartinê  Ehmed Rebî ji AFP`ê re got: "Diyalog dê mijara rêvebirina meclisa serwer jî vebike."Tê zanîn ku ev mijara  hesas di meha Gulanê de hate rawestandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandanên li Sûdanê ji ber zêdekirina nirxê nan hatin destpêkirin û yekser bi bangên xwe yên xistina rejîmê ku di serî de ya El-Beşîr bû, kete çaçoveya siyasî.

Her wiha têkildarî mijarê komîteya bijîşkên navendî ya nêzî tevgera çalakiyên li Sûdanê bi bîr xist ku 136 kes hatine kuştin, di heman demê de jî desthilata Sûdanê tenê kuştina 71 kesî ragihand.

(eh)


Mijarên Din