Meclisa Kantona Qamişlo alîkariya malbatên xizan dike

Meclisên bajêr û navçeyan dest bi qeydkirina navên malbatên xizan kir da ku madeyên xwarinê li wan belav bikin. Her wiha bang li xwediyên malan ên malên xwe bi kirê dane, kir ku heta 2 mehan kirêyê ji malbatan negirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mebesta alîkariya bi şêniyan re di gel rewşa qedexeya derketina derve, dayîna fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê heta 2 mehan (Gulan û Hezîran) betal kir û wiha daxuaynd: "Me biryar da ku di dema qedexeya derketina derve de, madeyên xwarinê li şêniyan bên belavkirin."

Piştî biryara Rêveberiya Xweser, meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi qeydkirina navên malbatên xizan kir. Meclisa Kantona Qamişlo bi rêya komînan navên malbatên xizan qeyd dike.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Hozan Mejdo li ser mijarê wiha got: "Kampa Newroz hezar pakêtên alîkariyê dabûn me, da ku em li malbatên xizan belav bikin."

Hozan diyar kir ku ew navên lîsteyan bi rêya komînan qeyd dikin û dagirtin û wiha dewam kir: "Lîste li ser sê beşan tên amadekirin (destkurt, xizan, navîn). Destkurt malên ku kesê debara wan bike tune ye, xizan malbatên karker ku rojane debara xwe dikin, navîn jî malbatên xwedî dikan ku niha dikanên xwe girtine û kar nakin."

Hozan li ser sîstema belavkirina alîkariyan jî got: "Dê ji bo her komînekê, erebeyek bê dayîn û dê alîkariyê li ser malbatên ku navên wan hatine qeydkirin, belav bikin."

Her wiha Hozan bang li xwediyên malan ku malên xwe bi kirê dane kir û wiha got: "Em bi hêvî ne ew jî li miletê xwe xwedî derkevin. Du hefte ne ku em di malê  de ne û em dikevin hefteya sêyan. Divê heta 2 mehan kirê ji malbatên xizan ku bi kirê rûniştine, negirin. Bi wan alîkar bin û destekê bidin hev."

Hozan ji bo kesên dewlemend ku dixwazin alîkariya şêniyan bikin, wiha got: "Kesên ku dixwazin alîkariyê bikin, dikarin bi Meclisa Kantona Qamişlo re têkildar bin."

(sb)

ANHA


Mijarên Din