Meclisa Jinên Sûriyê banga diyalog û bidawîkirina şer kir

Meclisa Jinên Sûriyê ya şaxê Helebê têkildarî 1‘ê Îlonê got, pêkanîna aştiyê pêwîstiyeke sereke ya pêşketina gelan. Meclisa banga rawestandina tundiniyê û pêkanîna diyalogan kir.

Bi dehan endamên Meclisa Jinên Sûriyê ya buroya Helebê têkildarî 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li hev kom bûn û daxuyaniyek da.

Berdevka meclisê ya buroya Helebê Heyfa Hesen daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî biryara NY`î ya sala 1981`an ev roj wek rojek Roja Aştiyê ya Cîhanî hate diyarkirin û her sal tevahiya gelên cîhanê vê rojê her sal pîroz dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aştî ne tenê gotineke yan jî peymaneke ku  dewletan li ser îmze dikin, lê belê xewn û hêviya her mirovekî ye, bêyî hebûna demokrasî û azadiya mirovan aştî ne pêkan e.

Meclisa Jinên Sûriyê ya Buroya Helebê bi vê boneyê banga rawestandina dijminatî û belavkirina zanist û çandê di nava gelan de kir û wiha domand " Di vê serdemê de hîna li gelek dewletan şer û tundî dewam dikin. Lê gelek welatan hîna wateya aştiyê tineye. Li Sûriyê jî aloz di sala xwe ya 9‘emîn de dewam dike, hîna jî şerê navdewletî û herêmî benda welatê me yên hêja Sûriyê parçe dike, ku rojane îxtiyar, zilam, jin û zarok dibin qurbanî. Em behsa kijan aştiyê dikin ku heta di kampan de talankirin, dizî, tecawzî û bazirganiya jinan li pêşberî çavên her kesî  û rêxistinên mirovî tên kirin.

Em Meclisa Jinên Sûriyê ya şaxê Helebê dibînin ku pêkanîna aştiyê pêwîstiyeke sereke ya pêşketina gelan ku bandore li ferd û civakê dike. Em piştgiriya qurbaniyên şer dikin û banga rawestandina gundiyê û pêkanîna danûstandinên aştiyane dikin, ji ber zimanê aştiyê ziman aqil, diyalog e û ne zimanê şer e."

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya