Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî gefên dewleta Tirk daxuyanî da

Meclisa Jinan a Sûriyê banga rawestandina gefên Tirkiyê kir û diyar kir ku ev gefanan ewlehiya herêmê têk dibe û dê ber bi şerekî nû ve bibe.

Bi dehan endamên  Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên rêxistinên jinan li Navenda Lêkolînên Stratejîk a bajarê Qamişlo kom bûn û têkildarî gefên dewleta Tirk daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Me heta niha cidiyeta destpêkirina xebata siyasî ya rasteqîn li Sûriyê, yan jî pêkanîna biryarên navdewletî yên girêdayî mijarê nedîtine. Hê jî hewldana razîkirina dewletên bi bandorê li nakokiya li Sûriyê dikin, tê lêkolînkirin. Her wiha niha krêtbûneke di çareseriya siyasî ya Sûriyê bi rêya biryarên navdewletî li ser merheleyan weke çawa di daxuyaniya Cinêvê yekemîn pêk hatiye, tê kirin. Niha jî dîsa krêtbûnek der barê biryara 2254 bi nakokî û guhartina rêzetirînên wê da ku tenê form bimîne û çareseriya siyasî bê vejandin, pêk tê. Li aliyekî dîtir jî pirsgirêka koçberên Sûriyê divê derbasî çareseriya siyasî bibe, parastin û pêdiviyên wan ên jiyanê bên pêkanîn, heye.

Lê der barê rewşa jinan bi taybet de, avakirina vê komîteyê yê ku tenê ji sedê 26 endamên wê jin in, zulm û binpêkirineke bi mafên jinên Sûriyê yên ku azarên şer kişandine. Îro ji mafên wan e ku beşdarî nivisandina destûra Sûriyê bibin ku mafên garantî bikin. Qanûna Sûriyê bi temamî li dijî gelek bendên destûrê, bi taybet qanûna rewşên kesayetî, hin madeyên din ên qanûna cezayan, qanûna cinsî û hwd re, ne

Gelek astengî li pêşiya pêkanîna wekheviya di navber jin û mêran de di destûra Sûriyê de hene. Ev astengî jî siyasî, qanûnî, civakî û aborî ne, ji hev nayên birîn. Ji ber ketine nava hev û bi hev ve girêdayî ne."

Meclisê bang kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê beşdarî komîteya destûrê û tevahî komîteyên girêdayî wê werin kirin. Her wiha bang kir ku ti hêzên niştimanî yên Sûriyê ji komîteyê neyê paşguhkirin û mafê beşdarbûna jin a di warê siyasî de bê şert were firehkirin.

Meclisa Jinan a Sûriyê banga sînordarkirina gefên dewleta Tirkiyê kir ku bibe sedema binpêkirina ewlehiya herêmê û herêmê ber bi şerekî nû ve bibe.

 Meclisê banga lidarxistina kongreya neteweyî kir ku tevahî nûnerên blokên siyasî, ciwan û jin bi sponseriya herêmê û navdewletî beşdar bibin,da ku mîsaqek neteweyî ya pêşeroja Sûriyê deyne û destûra demkî ragihînin û lihevkirin li gor amadekariyên pêşerojê ku ber bi pergaleke demokratîk ve pêk bê û tirsa şer li dijî sûriyan û herêmê dûr bikeve pêk were.

(fr)

ANHA


Mijarên Din