Meclisa Jinan a Sûriyê dozên tundiya li ser jinan nîqaş kirin

Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Helebê  di çarçoveya hemleya (Aştiya bêsînor) a bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê de semînereke têkildarî Peymana Cedaw a tinekirina hemû cûreyên tundiya li ser jinan organîze kir.

Di semînerê de, rewşenbîr û nûnerên saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûdê beşdar bûn. Semîner li hola civînan a Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) hate dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê  ya şaxê Helebê Heyfa Hesen bixêrhatina beşdaran kir. Piştre bendên peymana Cedawê ya tinekirina hemû cûreyên tundiya li ser jinan û biryara Konseya Ewlehiyê 1325 a der barê jin û aştiyê de xwendin.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, diyar kir ku jinan di şerê Sûriyê de gelek astengî, derbas kirin. Lê belê hê jî ji hêla pergalên desthilatdar ve şîdet li ser wan tê meşandin.

Beşdaran ji Meclisa Jinan a Sûriyê xwest semînerên mîna vê dubare bikin. Her wiha pêşniyar hate kirin ku komîteyek were avakirin ku sûcên li dijî jinên li Sûriyê têne kirin belge bike û dengê jinan bighînin derve.

Heyfa Hesen ji ajansa ANHA’yê re daxuyand ku armanca wan ji van semîner û civînan diyar kir û wiha got: "Ji ber ku li Rojhilata Navîn, bi taybet Sûriyê şer û krîz heye. Ya herî zêde di ziraran re derbas dibin jin in. Lê tê zanîn ku Sûriyê jî li ser peymana Cedaw û biryara Meclisa Ewlehiyê îmze kiriye. Lê li beramber vê, jin bi destê DAIŞ’ê hatin tirsandin û koçberkirin. Her wiha hat nasîn ku rola jin a sereke di avakirina aştiyê de heye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din