Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derkeve

Meclisa Jinan a Sûriyê bang li saziyên civaka navneteweyî kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bikin da ku sînorekî ji gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker re deynin û artêşa Tirk a dagirker neçar bikin ku ji xaka Sûriyê derkeve.

Hemwextî salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, Meclisa Jinan a Sûriyê rêzeçalakî li dar xistin. Çalakî di çarçoveya însiyatîfa li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê de ku di 12`ê Mijdara 2020`an de hatibû ragihandin, tên lidarxistin.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, çalakiyek li dar xist. Nûnerên hemû rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran pankartên “Edalet ji bo jinên Efrînê, dagirkeran darizînin, Efrîn bajarekî Sûriyê ye û dê bimîne, dagirkerî sûcekî dijî mirovahiyê ye, qirkirina jinan rawestînin, dagirkerî tundî ye” rakirin.

Di çalakiyê de, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hişt ku zêdetirî milyonek welatiyên Sûriyê ji warê xwe koç bikin û wiha hate gotin: “Ne kevir, ne jî mirov, tiştek ji vê dagirkeriyê nefilitî. Dewleta Tirk a dagirker di êrişa xwe de çekên qedexekirî û komên çekdar ên terorîst bi kar anîn. Bi wê yekê têkiliya dewleta Tirk bi komên çeteyan ên cuda re ku di lîsteya terorê ya cîhanî de ne, ji her kesî re eşkere bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku jinên Efrînê gelek azar kişandin û rastî kuştin, revandin, tecawizkirin û koçberkirinê hatin. Her wiha hate diyarkirin ku jinên efrînî di aliyê cinsî de hatin bikaranîn û wiha dewam kir: “Jin hatin revandin û ji Lîbyayê re hatin şandin, bi wê yekê bûn qurbaniyên binpêkirinên cinsî. Tundiya li dijî wan dikeve asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Kiryarên tund û çewisandinê bandoreke neyinî li jinan dikin û dibin sedem ku ew ewlehî, mal, jiyan, endamên malbatên xwe ji dest bidin.”

Her wiha bang li hemû aliyên Sûriyê hate kirin ku tundiyê û kuştinê yekser rawestînin û bang li saziyên civaka navneteweyî jî hate kirin ku alîkariya gelên Sûriyê bikin da ku sînorek ji gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê re bê danîn, artêşa Tirk neçar bikin ku bêyî şert û qeyd ji xaka Sûriyê derkeve, herêmên Sûriyê yên dagirkirî vegerînin ji xwediyên wan re û li ser sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê pêk anîne, hesabê jê bixwazin.

REQA

Li Reqayê jî, Meclisa Jinan a Sûriyê li Parka Şehîd Hevrîn Xelef çalakiyek li dar xist. Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê Sûad Kurdî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî welatiyên Sûriyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Da ku em xwe bigihînin çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê û rijandina xwînê rawestînin, divê li gorî lihevkirinên navneteweyî biryarek bê dayîn û artêşa Tirk neçar bike ku ji xaka Sûriyê derkeve.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din