Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Sal bi sal jin vîna xwe ya têkoşînê xurt dikin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku jin li hemû deverên cîhanê sal bi sal vîn û israra xwe ya tunekirina kiryarên cudakar ên li dijî wê tên meşandin û soza domandina têkoşîna ku jinên cîhanê dest pê kirine, nû dike.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku jin li hemû deverên cîhanê sal bi sal vîn û israra xwe ya tunekirina kiryarên cudakar ên ku li dijî wan bi awayekî bilind ruxmî peyman û biryarên navneteweyî yên banga wekhevî, edalet û parastina jinan ji tundiyê dikin wekî peymanên Pekîn û CEDAW’ê, Peymana Stenbolê, û biryara 1325’an, tên meşandin û soza domandina têkoşîna ku jinên cîhanê dest pê kiriye, nû dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ew wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê bi bîr tînin û soza domandina têkoşîna ku jinên cîhanê dest pê kiriye, didin û wiha hate dewamkirin: "Ji baweriya me ya rast û durist a doza jinan em ê ji bo rakirina şîdeta li dijî jinên Sûriyê û bi taybet li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû bi rû dimînin, bixebitin."

(dm)

ANHA


Mijarên Din