`Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêvegera hemû jinan e`

Berdevka Yekitiya Jinên Suryan û endama Komîteya Amadekar a Meclisa Jinên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nû hatiye avakirin, Elîzabêt Gewriyê got meclis dê ji hemû jinên herêmê re bibe lêveger û destnîşan kir ku ew ê ji bo ku jin rola xwe ya rast di nava civakê de bilîzin tê bikoşin.

SILAVA EBDULREHMAN - MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Kongreya Star duh (13`ê Adar) bi dirûşma "Bi yekitiya jinên azad em ê civaka demokratîk û azad ava bikin" civîneke berfireh hat lidarxistin. 21 nûnerên partiyên siyasî, nûnerên 23 rêxistinên jinan, meclisên jinan, koordînasyona jinan di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û nûnerên Meclisa Jinên Sûriyê beşdarî civînê bûbûn.

Berdevka Yekitiya Jinên Suryan û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi însiyatîfa Kongreya Star ji bo avakirina rêxistineke nû ji jinan re li hev kom bûne. Armanca wê ew e ku xebatên jinan werin birêxistinkirin.

Êlîzabêt Gewriyê diyar kir ku wan di civînê de li hev kir ku komîteyeke amadekar were avakirin. Ew komîte ji 9 nûnerên pêkhateyan, rêxistinên jinan pêk tê, amadekariyên belgeyên peywendîdar ên meclisê û di civîna din de were pêşkêşkirin da ku nîqaş li ser wê werin kirin û forma dawî were derxistin.

Êlîzabêt Gewriyê destnîşan kir ku Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi bernameya xwe ya nû gelek dozan li ser asta jinan û dozên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîsoger bike û girîngiya ku jin roleke aktîf di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de bilîzin, destnîşan kir.

Jinan civak bi rêxistin kir

Êlîzabêt Gewriyê ku wek endama Komîteya Amadekar a ji 9 nûnerên ji pêkhateyan û rêxistinên jinan pêk tê, diyar kir ku ew ê pêşniyarên jinan di civînê de nîqaş bikin û li gorî wê kar bikin da ku keda jinan bikin yek û Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin. Her wiha da ku rola jinan di reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê de hebe û parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Êlîzabêt Gewriyê destnîşan kir jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8 salên çûyî de bi roleke girîng rabûn û civak birêxistin kir.

Li ser hêvî û geşbînên li ser meclisê, Êlîzabêt wiha got: "Hêviyên mezin li ser milê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku parastina mîrasa jinan li herêmê bike. Mîrasa şehîd Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Wedad Yûnan, ew şehîdên ku ji bo doza jinan û gelên bindest canê xwe feda kirin. Em ê bixebitin û tê bikoşin da ku dengê jinan bilind bikin."

Êlîzabêt Gewriyê tekez kir ku dê meclis hemû jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike yek û cihê lêvegera wan be û wiha got: "Hîna kedeke mezin pêwîst dike ku em jiyaneke adil di civanekê de ku wekhevî tê de tune ye, pêk bînin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din